Polîsê ku qeyûm kiribû midur ji kar hat vêtin

  • rojane
  • 11:37 17 Hezîran 2019
  • |
img
MÊRDÎN - Di dema qeyûm de polîsê bi navê Ercan Ûysaler li Şaredariyê Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû peywirdarkirin. Piştî Ûysaler hatibû peywirdarkirin, bi beramberiya "kadrobûyînê" fuhûş li jina xebatkar D.S. ferz kiribû. Ûysaler ê polîs ku qeyûm kiribû midûr ji kar hat avêtin. 
 
Walî Mûstafa Yaman ê di Mijdara sala 1016’an de ji aliyê Wezareta Karê Hûndir ve weke qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin hat kirin, polîsê bi navê Ercan Ûysaler li Şîrketa Anonîm a Kentê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi cih kir û bibû midûr. Paşê derketibû holê ku Ûysaler bi beramberiya "kadrobûyînê" fihûş li jina xebatkar D.S. ferz kiribû. Li ser vê D.S., Ûysaler gilî kiribû, lê ji ber hin sedeman dev ji gilîkirinê berdabû. Ûysaler ji ber vê bûyerê ji kar hat avêtin. Ûysaler ê bi daxwaza “Teqez îxraçkirinê” sewqî dîsîplînê hat kirin û ji kar hat avêtin.
 
DERKET HOLÊ KU HEMŞERIYÊ QEYÛME
 
Di heman demê de derket holê ku Ûysaler hemşeriye Walî Mûstafa Yaman ê ji navçeya Osmancik ê  Çorumê ye. Piştî demekê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê lêpirsîna derbarê Ûysaler de dest pêkiribû û îdianame amade kir. Serdozgeriyê bi tawanbariya "êrîşeke zayendî ya hêsan" îdianame amade kir û Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 1'ê a Mêrdînê jî îdianame qebûl kir. Yekemîn danişîna Ûysaler dê di 3’yê Cotmehê de bê lidar xistin.
 
D.S., a Ûysaler gilî kiribû, piştî demekê ji ber hin sedeman dev ji gilîkirinê berdabû. Derketibû holê ku Walî Yaman ketiye navberê û D.S. ji ber vê yekê dev ji gilîkirinê berdabû.