ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 24 Mijdar 2025
  • |
img
* Endama Yekitiya Jinên Ciwan ên Rojhilat Helbest Remzbar Qendîl, diyar kir ku yek ji meseleya divê ew qezenc bikin jî azadiya Rojhilat û jinên îranî ye û got: “Divê jin bizanin ka dê di kîjan qadan de têbikoşin. Ev, amûra şoreşê ye.” 
 
* Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku serdana Îmraliyê dê ji bo pêvajoyê sûdewer be û dê ji bo Tirkiyeyê baş be. Ebdî, got ku rêveberiyeke nenavendî dê Sûriyeyê xurttir bike. 
 
* Farîba Borhanzahî, diyar kir ku jinên Beluc ên li dijî zextên siyasî, zehmetiyên aborî û cihêkariyên çandî têdikoşin, îlhama xwe ji têkoşîna jinên Kurd digirin û got: “Gelek jinên Beluc, dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ weke qêrîna hevpar qebûl kirin.” 
 
* DEM Partî dê di navbera 6-7’ê Kanûnê de bi beşdariya gelek kesayetên di qada navneteweyî de naskirî “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar bixe. 
 
* Welatiyan, biryara CHP’ê ya ji bo neşandina endamên xwe ji bo serdana Abdullah Ocalan rexne kirin û gotin: “Xeletiyeke mezin kir. Bila êdî CHP li ser dengên Kurdan lîstikan nelîze.” 
 
* Rêveberên DEM Partiyê yên Balikesîrê biryara komîsyona li Meclisê ya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re erênî nirxandin û gotin ew di wê baweriyê de ne ku yên li dijî çûna Îmraliyê jî di demên pêş de piştgiriyê bidin pêvajoyê. 
 
* Ferît Epozdemîr, diyar kir ku di sala 32’yemîn a qetilkirina kekê xwe Şevket Epozdemîr de jî daxwaza xwe ya edaletê didomînin û got: “Em dixwazin pêvajoya aştiyê bi ser keve û em biçin ser gorên wan û mizgîniya aştiyê bidin wan.” 
 
* Siyasetmedar Selma Irmak, helwesta CHP’ê ya li dijî çûna Îmraliyê weke nederbaskirina kompleksa neteweya serdest a sedsal in didome nirxand û weke “xeletiya dîrokî” nirand. 
 
*Jinên TJA’yî ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê banga tevlibûnê kirin û gotin: “Em ê bi ruhê seferberiyê bersivê bidin polîtîkayên jinan tune dihesibînin.” 
 
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî dê were şopandin. 
 
* Li gelek bajaran dê çalakiyên 25’ê Mijdarê bên lidarxistin. (12.30-19.00) 
 
* Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa OHD’a Amedê û Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê dê li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Amedê bi sernavê “Polîtîkayên qirkirina jinê û cureyên tundiyê” semînerê li dar bixe. (15.00)