Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 7 ciwanên kurd hatin revandin

  • rojane
  • 17:56 13 Cotmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên paramîlîter ên hikûmeta demkî ciwanên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê 7 ciwanên kurd revandin. 
 
Êrişên hêzên paramîlîter ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Hêzên paramîlîter ên li taxa Şêxmeqsûd û taxa Eşrefiye yên Helebê ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne, 7 ciwanên kurd revandin. Li gorî nûçeya ANHA'Yê, ciwanên ku xwestin werin taxa Şêxmeqsûd û taxa Eşrefiyeyê li noqteyên kontrolê yên cüda hatin îşkencekirin û paşê hatin binçavkirin. 
 
Hat diyarkirin ku kesên birûpoş ciwan revandine. Nehat zanîn ku ciwan ber bi ku ve hatine birin.