NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî, bi şandeya Komîteya Koçberan a Serêkaniyê re hevdîtin kir û got ku yek ji hedefên wan ên siyasî ya bingehîn jî vegera koçberan a li warên xwe ye.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî duh (12 Cotmeh) bi şandeyeke Komîteya Koçberan a Serêkaniyê re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de rewşa koçberên li kampan û navendên bicihbûnê û girîngiya bicihanîna pêdiviyên wan ên sereke hatin nîqaşkirin. Her wiha girîngiya piştgiriya hewldanên birêxistinkirina vegera ewle ya bi garantiyên qanûnî ya koçberan li herêmên wan ên resen hat vegotin.
‘VEGERA KOÇBERAN YEK JI ARMANCÊN PÊŞÎN ÊN SIYASETA HSD’Ê YE’
Mazlum Ebdî, diyar kir ku vegera koçberan a li warên xwe yek ji armancên pêşîn ên siyasetên HSD’ê ye. Ebdî, bal kişand ser peymana 10’ê Adarê û bi bîr xist ku yek ji bendên peymanê vegera ewle ya koçberan e. Bi domdarî Ebdî anî ziman ku divê ev bend bi awayekî çalak were pêkanîn û wiha pê de çû: “Mafê vegerê nayê jidestdayîn. Em ê xebata siyasî û meydanî bidomînin ta vegera ewle û bi rûmet ya tevahî şêniyan bo herêmên xwe yên resen were mîsogerkirin.”
‘VEGER DÊ BI GARANTIYAN Û BIRÊXISTINKIRÎ BE’
Di dirêjiya axaftina xwe de Mazlum Ebdî got ku Serêkaniyê jî di nav de, dosyaya herêmên dagirkirî rojeveke sereke ya hevdîtin, dan û standinên wan e û wiha axivî: “Fermandariya HSD’ê ji bo dîtina çareseriyeke giştî û mayînde ji dosyaya koçberan re bi aliyên herêmî û navnteweyî re dixebite. Vegera koçberan dê bi awayekî rêxistinkirî be. Ne bi awayekî ferdî û an jî bê serûber be. Veger dê bi garantiyên aliyên xwecih û rêxistinên navneteweyî be, da ku senaryoyên berê bi serê sivîlan ve hatine, dubare nebin.”
‘HSD’Ê JI BO KOÇBERAN PÊŞNIYARÊN ŞÊNBER KIR’
Mazlum Ebdî, destnîşan kir ku pêdiviya vegera koçberan bi demê re heye ta astengiyên siyasî, ewlehî û îdarî werin çareserkirin û anî ziman ku ji bo dîtina çareseriyekê ku rê li ber vegera bi rêxistinkirî û ewle veke, xebat dewam dikin. Ebdî, da zanîn ku HSD’ê pêşniyar û nêrînên zelal pêşkêşî Şamê kir û jê xwest ku bi cidiyet û bi berpirsyarî nêzî dosyayên koçberên ji hemû deverên Sûriyeyê bibe. Ebdî, anî ziman ku domandina xebatên hemahengî û entegreyî saziyên leşkerî, ewlehî û rêveberî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava hikûmeta veguhêz de dê bandoreke erênî li dosyaya koçberan û siberoja herêmên dagirkirî bike.