Hevdîtina li Şamê bi dawî bû

  • rojane
  • 16:45 13 Cotmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevdîtin di navbera şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de ya li Şamê bi dawî bû. 
 
Şandeyeke leşkerî û ewlehiyê ya ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,  ji bo hevdîtina bi rayedarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re duh êvarê gihîşt paytexta Sûriyeyê Şamê. Şande, ji endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sozdar Hacî û Sîpan Hemo, Berdevkê HSD’ê Ebcer Dawud û ji fermandarên HSD’ê Şakir Ereb, ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dilêr Hisên Temo, Elî Xidir El Hesen, Mistefa Mehmûd Delî, Aho Êlyo Lehdo û Cîgira Hevserokên Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arîn Mistefa pêk hat. 
 
Endamên şandeyê û rayedarên hikûmeta veguhêz mijarên ewlehî û leşkerî gotûbêj kirin. Lê der barê encamên hevdîtinê de tu daxuyaniyên fermî nehatin dayîn. Çavkaniyan hevdîtin erênî nirxand.
 
Ev hevdîtin, di çarçoveya dan û standinên ewlehî û leşkerî yên bi hikûmeta veguhêz re di nav de pêkanîna peymanê 10’ê Adarê ya bi armanca mîsogerkirina ewlehiyê li gelemperiya welat hate kirin.