Fîlozofê Tûnisê Trîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan

  • rojane
  • 13:18 12 Cotmeh 2025
  • |
img

ENQERE - Fîlozofê Tûnisî Fathî Trîkî piştgirî da banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan û got: “Kurd xwedî wî mafî ne ku azad û birûmet tev li jiyana sivîl û siyasî bibin.” 

 
Fîlozofê Tûnisî Fathî Trîkî, têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) peyamek şand û piştgirî da. 
 
Trîkî, pêvajoya bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin weke “dîrokî” nirxand û got: “Weke fîlozofê Tûnisî Fathî Trîkî ez piştgiriyê didim pêvajoya aştiyê ya ya dîrokî ku li Tirkiyeyê ji bo civaka Kurd hatiye destpêkirin. Kurd, xwedî wî mafî ne ku azad û birûmet tev li jiyana sivîl û siyasî bibin.” 
 
FATHÎ TRÎKÎ KÎ YE?
 
Fathî Trîkî di 30’ê Gulana 1947’an de li bajarê Sfaxê yê Tûnisê ji dayik bû. Fîlozofekî girîng ê Tûnisî ye. Li Fransayê perwerde bû û doktoroya xwe jî li Zanîngeha Sorbonneyê temam kir. Kariyera xwe ya akademîk li Tûnisê domand û li Zanîngeha Tûnisê weke profesorê felsefeya hemdem xebitî. Di heman demê de li Fakûlteya Wêje û Zanistên Beşerî ya Zanîngeha Sfaxê dekantî kir. Ji sala 1997’an heta niha jî serokê Kursiya Feslefeyê ya UNESCO’yê ji bo Cîhana Ereban avakirî ye. Trîkî, rêgeza “Pêkvejiyaneke birûmet” esas digire û xebatên wî li dora vê fikrê teşe digirin.