Hevşaredar Taş ji girtîgehê derket

  • rojane
  • 15:06 11 Cotmeh 2025
  • |
img
YOZGAT - Hevşaredarê Hewagê yê berê Zeynel Taş, piştî 9 salan ji girtîgehê derket.
 
Hevşaredarê Şaredariya Hewag a Rihayê Zeynel Taş ê di sala 2016'an de hatibû girtin, piştî 9 salan serbest hat berdan. Xizmên Taş, Şaredara Hewagê Aygul Kaplikayali, endamên meclisa şaredariyê, endamên OHD û rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê Taş li ber Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa a Yozgatê pêşwazî kirin. Taş piaşê ber bi Rihayê ve bi rê ket.