Rojnamevan Demhat Akar jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 10:12 11 Cotmeh 2025
  • |
img

AMED - Rojnamevan Demhat Akara ji ber krîza dil, jiyana xwe ji dest da. 

Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG), daxuyand ku rojnamevan Demhat Akara jiyana xwe ji dest daye. DFG ku di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatê re xwest, wiha got: "Em bi xemgînî pê hesiyan ku hevpîşeyê me Demhat Akara ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye. Di serî de serê malbata Çapemeniya Azad û serê gelê Mexmûrê sax be."