Li Samandagê hişyariya provokasyonê: Em çanda xwişk-biratiyê biparêzin

  • rojane
  • 13:26 10 Tebax 2025
  • |
img
HATAY - Înşaat - Îş û Dev Yapi-Îşê ji ber rageşiya di navbera karker û welatiyan de hişyariya provkasyonê kirin û banga xwişk-biratiyê kirin. 
 
Sendîkaya Karkerên Înşaatê (Sendîkaya Înşaat-Îşê) û Sendîkaya Karkerên Avadanî, Înşaat û Rê (Sendîkaya Dev Yapi-Îşê), têkildarî rageşiya piştî erdhejê li navçeya Samandag a Hatayê di navbera karker û gel de derketî û nîjadperestiya pêş dikeve, daxuyaniyeke nivîskî dan. 
 
LI HATAYÊ ŞANTIYEYÊN MEZIN
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Hatayê hewl dide birînên xwe yên erdhejê bi piştevaniyê derman bike lê bajar veguheriye şantiyeyên mezin. Hat destnîşankirin ku xebatên înşaetê yên di çarçoveya projeyên TOKÎ û projeyên din de bêpîvan pêş dikevin û wiha hate gotin: “Piştî hilweşandinê, xak, mal û ersayên welatiyan weke qadên rezervê hatin ragihandin û dixwazin xesp bikin. Toza asbestê, xetereya trafîkê, kaosa şantiyeyê, êdî jiyana gel tevizandine.” 
 
KARKER BI ŞEV Û ROJ DIXEBITIN
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku li şantiyeyan tenduristî û ewlehiya karkeran tune tê hesibandin, heqdestê wan tê xwarin û zext lê tê kirin ku bi şev û roj bixebitin. 
 
NÎJADPERESTÎ ZÊDE DIBE
 
Bi domdarî hate gotin ku piştî qezaya trafîkê ya di 21’ê Tîrmehê de di navbera karker û gel de şer derketiye û Ergîn Alkan ê ji Samandagiyê bi kêrkirinê hatiye kuştin. Hat diyarkirin ku piştî bûyerê parvekirinên sorkirinê hatine kirin û hewl tê dayin di navbera gelan de dijminatî were sorkirin. 
 
LI DIJÎ PROVAKASYONAN BANGA HIŞYARIYÊ 
 
Di berdewamê de hate gotin ku hinek derdor nasnameya Kurd a karkeran derdixin pêş û şovenîzmê sor dikin û aliyê din jî dijbertiya Kurd zêde dikin. Hat gotin ku bi vê yekê re karkeran dikin hedef û ji ber ewlehiyê nikarin derkevin derve. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di serî de karkerên li şantiyeyan dixebitin, divê hemû welatiyên li Samandagiyê dijîn li dijî hemû provkasyonan hişyar bin, piştevaniyê xurt bikin û çanda xwişk-biratiyê bidin jiyîn.”