Girtiyê ku lêgerîna nava dev red kir hat derbkirin

  • rojane
  • 09:21 10 Tebax 2025
  • |
DÊRSIM – Emrecan Demîr ku li Girtîgeha Tîpa S a Kavak Samsunê tê ragirtin, ji ber ku lêgerîna nava dev qebûl nekir hate derbkrin. Bavê wî Hasan Demîr xwest ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafan şandeyek biçe girtîgehê.
 
Girtiyê bi navê Emrecan Demîr li Girtîgeha Tîpa S a Kavak ya Samsûnê tê ragirtin, ji sala 2016’an vir ve girtî ye û rastî cezayê muebetê hatiye. Di 4’ê Tebaxê de dema sewqkirina nexweşxaneyê de ji ber ku lêgerîna nava dev red kir hat derbkirin. Demîr di hucreya yek kesî de dimîne û derbkirin heta hucreyê dewam kiriye. Girtiyên ku ev êrîş şermezarkirin jî rastî êrîşê hatine. Demîr ji sala 2016’an vir ve girtî ye û rastî cezayê muebetê hatiye. Demîr bi rêya malbat û parezêrê xwe êrîş ji raya giştî re parve kir û banga hestiyariyê kir. Demîr xwest heyeteke serbixwe were girtîgehê û lêkolîn bike. 
 
 
Hasan Demîr diyar kir ku kurê wî ji sala 2016’an vir ve girtî ye, di hucreya yek kesî de tê ragirtin û wiha got: “Em di cejna Remezanê de çûn hevdîtinê. Di laşî wî de hinek şop hebûn. Got ji ber alerjîk wisa bûye. Di laş, çav û destê wî de pirsgirêk hebû. Min got tu çûyî revîrê? Got çûye revîrê lê ji ber ku bijişkê nexweşxaneyê bîrdozî tevdigere derman ji wî re nenivîsandiye. Xwestiye sewqî nexweşxaneyê bê kirin lê sewq nehatiye kirin.”
 
LI ODEYA BÊ KAMERA DERB KIRIN
 
Hasan Demîr anî ziman ku kurê wî bi mehan e ji bo sewqî nexweşxaneyê bê kirin daxwazname daye, di 4’ê Tebaxê de dema sewqkirinê de ji ber ku lêgerîna nava dev qebûl nekiriye û wiha got: “Her roj daxwazname dide, lê encama daxwaznameyan nayê wergirtin. Herî dawî di 4’ê Tebaxê de tê gotin dê sewqî nexweşxaneyê bikin. Li cihê lêgerînê di şexsê kurê min de dixwazin li hemberî Kurdan bêhûrmetiyê bikin. Kurê min Emrecan vê qebûl nake û bertek nîşan didre. Ji ber vê yeke gardiyan û memûrên li wê derê ne êrîş dikin û dixwazin wî lînç bikin. Dema dibin hucreyê hevalên wî yên li hucreyên din êrîşê dibînin û bertek nîşanî êrîşê didin.”
 
BERXWEDANA GIRTIYAN
 
Demîr da zanîn ku hevalên wî yên ku bertek nîşan dane jî rastî êrîşê hatine û wiha got: "Ew jî dikevin hucreyên xwe. Li hevalên wî jî dixin û heqaretê li wan dikin. Tişta qewimî cara yekemîn nîn e. Girtiyên ku di hucreyan de dimînin mafên wan hene. Ev 2 meh in nikarin ji wan mafan sûdê werbigirin. Li hucreyan tên tecrîd kirin. Girtîgehên tîpa S ne mîna girtîgehên din in; yanî dişibin goran. Roj û ezman nayê dîtin. Tevî şert û mercên zehmet jî berxwedana xwe li wir didomînin."
 
‘EM EDALETÊ DIXWAZIN’
 
Bav Hasan Demîr ku qala pêvajoya aştiyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin kir û wiha got: "Projeya aştî, demokrasî, xwîşk û biratiyê ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin heye. Ji bo pêşî li encamên van projeyan bê girtin, di nava dewletê de hin çalakiyên provokatîf tên kirin. Nêzîkatiyeke 'em çiqasî dikarin wan radest bikin heye? Em heta kengî dikarin berxwedana gelê Kurd di bin zext û zordariyê de bihêlin û bikin ku gav paşde bavêjin?' Em di vê mijarê de bang li raya giştî, Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan dikin. Li dijî van kiryarên provokatîf ên li girtîgehan diqewimin hesas bin. Em jiyanek, welatekî ku aştî, demokrasî, mafên mirovan û edalet lê heye dixwazin. Em li bendê ne ku rayedar di vî warî de gelekî hesas bin. Bi taybetî em dixwazin Wezareta Edaletê der barê girtîgehên nû hatine vekirin de lêkolînan bike."