Cezayê hucreyê dan girtiyan

img
SETNBOL - Li Girtîgeha Marmarayê bi hinceta tiştên ketine hewşa girtîgehê, cezayê hucreyê li girtiyan hate birîn. 
 
Li Girtîgeha Marmarayê di 22 û 24’ê Nîsanê de gardiyanan di bin navê lêgerînê de bi ser hucreyên girtî Unal Yîgît, Dursun Er û Celal Punar de girtin. Bi hinceta bizmar û parçeyên têlê yên ketine hewşa girtîgehê ku tê payin qijikan avêtine, der heqê girtiyan de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de bi îdiaya “dê girtiyan bi van alavan êrişî gardiyanan bikira” du caran ji bo 12 rojan cezayê hucreyê li girtiyan hate birîn. 
 
DEST DANÎN SER DOSYA Û PARASTINÊN WAN 
 
Di lêgerînan de gardiyanan bi îdiaya “motîvasyona wan a rêxistinî xurt dike” dest danîn ser dosyayên girtiyan ên dadgehê, parastinên wan û helbestên wan bi xwe nivîsandine. Bi heman hincetê nameyên ji girtiyan re hatine şandin jî nehatin dayin.