Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî ku li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, tê astengkirin. 

 
Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatibû girtin, jê re cezayê darvekirinê tê xwestin û li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, tê astengkirin. Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê parve kirine, nexweşiyên Werîşe Mûradî yên fitqa piştê û stû hene lê nayê tedawîkirin. Hat destnîşankirin ku bijîşkan 5 meh berê jê re gotine ku divê tavilê emeliyeta bibe lê tevî vê yekê jî rayedarên girtîgehên destûrê nadin Werîşe Mûradî sewqî nexweşxaneyê were kirin.