Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku rageşiya di navbera Hindistan û Pakistanê ya li ser sînorê Keşmîrê veguherî pevçûnan, herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Pevçûnên di navbera Hindistan û Pakistanê yên piştî rageşiya li ser sînorê Keşmîrê dest pê kirin, didomin. 
 
Hikûmeta Hindistanê ragihand ku ji roja çarşemê û vir ve Pakistan bi topan êrişan dike û heta niha 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 59 kes jî birîndar bûne. Tenê li gundê Poonş ê li bakurê rojavayê Keşmîrê 13 kes mirin, 44 kes jî birîndar bûn. Rageşiyê piştî êrişên hewayî yên Hindistanê di 22'yê Nîsanê de dest pê kir ku li ser xaka Pakistanê li dijî komeke çekdar a ji “êrişa li Hindistanê berpirsyar” hate kirin. Pakistanê jî weke bersiv ji ser sînor dest bi topbarana li hemberî Hindistanê kir. Di encama topbarana her du aliyan de heta niha herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dane.
 
Serokwezîrê Pakistanê Shehbaz Sharif di axaftina xwe ya neteweyî de got: “Tola her dilopa xwîna şehîdan wê bê hilanîn.” Wezîrê Parastinê jî anî ziman ku welatê wî di bersivdayinê de wê dereng nemîne.
 
Artêşa Hindistanê jî ragihand ku wan bersiveke “bipîvan” dan êrîşên “bêsebep.” 
 
Herdu welat ku ji sala 1947'an û vir ve li ser Keşmîrê li hev nakin, beriya niha jî bi hev ketibûn. Bûyerên dawî rîska şerekî nû yê li herêmê bi xwe re tîne.