Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - DAIŞ’ê li Dêrazorê êrişî noqteyeke ewlehiyê ya li bajarokê Zîbanê kir. Ji 6’ê Gulanê heta niha êrişên DAIŞ’ê didomin. 
 
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa şaneyên DAIŞ’ê ya duh li gundewarê Dêrazorê hatiye kirin, daxuyaniyek da. Fermandariyê, diyar kir ku di demekê ku metirsiya DAIŞ’ê û çalakiyên şaneyên wê yên terorîst li kantona Dêrazorê zêde dibe de hêzên wan hewlên xwe yên ji bo parastina ewlehî û aramiyê zêde dikin. 
 
Bi domdarî hate destnîşankirin ku şaneyên DAIŞ’ê duh saet di 21.00’an de êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarokê Zîbanê yê Kantona Dêrazorê kirine. Hate diyarkirin ku êrişkaran ku motorsîkletan bûn, bi çeka RPG’ê êrişî navendê kirine û ev agahî hatin parvekirin: “Hêzên me yên li cihê bûyerê bi lez bersiva êrişê da û ti ziyanên li endamên me nebûn. Ji ber zexta bersiva bilez a hêzên me de êrişkar reviyan.” 
 
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Careke din em teqez dikin ku ku hêzên me dê erkê xwe yê welatparêziyê yê parastina ewlehî û aramiyê pêk bînin û têkoşîna li hemberî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê û hesabpirsînê ya ji ber sûên wan bidomîne."