Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan

img
MÊRSÎN - Hulya Ayik ku kurê wê Devrîm Ayik yek ji girtiyên nexweş e, diyar kir ku rewşa kurê wê xerab dibe û got: “Heke tu destê aştiyê dirêj bikî, wê demê mecbûrî gavan biavêjî. Ji ewil jî divê girtiyên nexweş bên berdan.” 
 
Devrîm Ayik ku ji sedî 76 astengdar e, di sala 2015’an de dema li Îzmîrê Kovara Ozgur Halkê belav dikir hate binçavkirin. Dadgeriya Cezayên Sulhê jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da. Dema Ayik li Girtîgeha Antalyayê dihat ragirtin, rewşa wî ya tenduristiyê xerab bû û li ser vê yekê hate berdan. Lê belê di Çileya 2021’ê de dîsa hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê. 
 
Nexweşiya Crohnê (nexweşiyiya rûviyan a înflamaturê ye) ya Ayik heye û heta niha du caran hatiye emeliyatkirin û beşekê rûviyên wî hatine girtin. Ayik, di sala 2006’an de qeza kiribû û çavê wî yê rastê kor bûbû. Çavê wî yê çepê jî ji sedî 30 miyop e. Li gel vê, guhê çepê yê Ayik ji sedî 30 û yê rastê jî ji sedî 50 nabihîse. Nexweşxaneya Bajar a Eskîşehîrê ji bo Ayik rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da. Ayik ku rewşa wî ya tenduristiyê xerab bû, di 5’ê Adara 2025’an de rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Antalyayê. Lijneya nexweşxaneyê der heqê Ayik de rapor amade kir û got “Nexweşiya wî kronîk e. Divê were şopandin û bê tedawîkirin. Nexweşiyên giran an jî kalbûn tune ye. Hewcehî bi taloqkirina tehliyeya wî nîne.” 
 
Ayik ku ji sedî 76 astengdar e, tevî rewşa xwe ya giran jî nayê tehliyekirin. 
 
'REWŞA WÊ HÊJ GIRANTIR BÛ’
 
Hulya Ayik, diyar kir ku di 7’ê Gulanê de bi kurê xwe re hevîtin kiriye û rewşa kurê wê her ku diçe girantir dibe. Hulya Ayik, anî ziman ku birînên li ser pişta kurê wê kûrtir bûne, rengê wî zer bûye û zeîf bûye. Hulya Ayik, got: “Dema li Eskîşehîrê birin nexweşxaneyê, bijîşkê li wir hemû nexweşiyên wî rêz kirin, got rewşa wî giran e û nikare di girtîgehê de bimîne. Lê belê li Antalyayê ji bo girtiyekê ku çavekî wî nabîne, çavekî wî miyop, her du guhên wî baş nabihîsin û divê bi lezgînî emeliyat bibe, 4 diranên wî bi emeliyatê hatine derxistin, divê 5 diranên wî yên din bi emeliyatê bên derxistin, nexweşê crohnê, 2 caran emeliyat bûye û ji sedî 76 astengdar rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da. Bi rastî jî ev tiştekî dermirovî ye.” 
 
'DIVÊ DEMILDEST DENG BIDIN GIRTÎGEHAN’ 
 
Hulya Ayik, destnîşan kir ku nêzikatiya li dijî girtiyan ne nêzikatiyeke baş e û axaftina xwe wiha qedand: “Heke hûn bixwazin bi gelê Kurd re aştiyane bijîn, heke bixwazî destê aştiyê dirêj bikî, wê demê divê hûn gavan biavêjin. Devrîm tenê mînakek e. Hêj gelek Devrîmên din hene. Bi neberdana van kesan re hûn cidiyeta xwe ya ji bo aştiyê nîşan didin. Heke jidil bin, wê demê mecbûr in gavan biavêjin. Ji ewil jî divê girtiyên nexweş bên berdan. Ragirtina girtiyekî nexweş serkeftin nîne. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Em ji Wezareta Tenduristiyê daxwaz dikin ku girtiyên nexweş tedawî bikin. Mafê jiyanê yê her kesî heye. Vî mafê jiyanê ji destê tu kesî negirin. Lewma divê her kes deng bide girtîgehan û pêşiya tehliyeyan were vekirin.” 
 
MA / Abdulkadîr Ayten