'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'

img

STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd û aştiyê daxwaza herî mezin a Onder bûye û got: "Divê em aştiyê pêk bînin."

 
Serokwekîlê Meclisê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder di 3'yê Gulanê de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Dema Onder li nexweşxaneyê gelek derdorên cuda hatin serdanê û xwedî lê derketin.  
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan Meral Daniş Beştaş ku bi wî re xebitiye, diyar kir ku sedema hezkirin û rêzgirtina Onder ev e ku dilê wî mişt hezkirin bûye û awayê derbirîna wî û nansameya wî ya aştiyê bûye. Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku ew di demên cuda de bi hev re xebitîne û wiha got: "Em 2 sal û nîvan di komîsyona destûra bingehîn de bi hev re xebitîn. Serok Sirri mirovekî pir baş bû û ev qencî nabe nesîbê her kesî. Pir hesas bû di warê nerihetkirina mirovan de. Mişt hezkirin bû û awayê derbirîna wî pri cuda bû. Onder gava hêrsa xwe dida der jî bi awayekî estetîk dida der. Tişta digot zelal bû. Ji lew re ji dilê xwe diaxivî. Jidilbûna wî bawerî dida her kesî. Bi rastî jî şûna wî nayê dagirtin." 
 
'XWESTEKA WÎ YA HERÎ MEZIN AŞTÎ BÛ'
 
Meral Daniş Beştaşê bilêv kir ku Sirri Sureyya Onder nîşanî Tirkiyeyê daye ku aştî çi qas pêkan e û got: "Kesên beşdarî merasîma cenazeyê wî bûn tenê ji bo wî birêkirin nehatin. Di heman demê de soza aştiyê jî dane. Ji ber ku bêrîkirina gel a ji boa ştiyê bi têkoşîna Onder re bûbû yek, ew qas xwedî lê hat derketin. Xwezî berî çûyîn aştiyê bidîta. Aştî, xwesetak herî mezin a Onder bû. Em jî mecbûr in vê aştiyê pêk bînin. Êdî sedsaleke ku Tirkiey winda bike tune ye." 
 
MA / Esra Solîn Dal