Şampiyon Amedspor!

  • rojane
  • 16:54 28 Nîsan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Amedspor di maça krîtîk a bi Somasporê re bi ser ket û bû şampiyon.

Di Koma Sor a Lîga Duyemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor li sehaya Somasporê derket maça şampiyontiyê. Maç saet di 15.00’an de dest pê kir û di maça krîtîk di dewreya ewil de tu tîman gol neavêtin. 
 
Amedspor, di dewreya duyemîn di deqeya 49’an de bi gola Oktay Aydin 0-1 kete pêş. Di maçê de tu golên din nehatin avêtin û Amedspor bi ser ket. 
 
Amedsporê bi vê serkeftinê re puana xwe kir 80 û şampiyontiya xwe misoger kir. Amedspor dê hefteya pêş jî li sehaya xwe bi Menemensporê re bilîze.