Komên paramîlîter li Efrînê 3 kes revandin û li Cerablusê kesek qetil kirin

  • rojane
  • 15:13 28 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter ên gîrêdayî dewleta tirk li Efrînê 3 welatî revandin. Her wiha navçeya Şêrawayê hate topbarankirin.
 
Binpêkirin, girtin, revandin û îşkenceya komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ên li Kantona Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku niha di bin dagirkeriya dewleta tirk û komên girêdayî wê de ne didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ku navê “Polîsên Leşkerî” li xwe kirine, li gundê Meydankê yê navçeya Şera ya Efrînê welatiyên bi navê Mihemed Adil Mihemed (37) revandin.
 
Çavkaniyan diyar kir ku Mihemed Adil Mihemed beriya 2 hefteyan dema ji Lubnanê diçû serdana xizmên xwe yên li Efrînê, bêyî sedem û tawanan ji aliyê komên paramîlîter ve hate revandin.
 
Çavkaniyên xwecihî dan zanîn ku koma paramîlîter a “Polîsên Sivîl” jî di 22’yê nîsanê de welatiyên bi navên Ehmed Ebdo (42) û Mihemed Salih Hesen (35) ên ji gundê Eyn Hecer ê navçeya Mabatayê revandin. Çavkaniyan got dema her du welatî diçûn serdana xizmên xwe yên li bajarê Ezazê, hatine revandin.
 
ŞÊRAWA HATE TOPBARANKIRIN
 
Di heman demê de artêşa tirk û komên wê yên paramîlîter gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir. Têkildarî encamên topbaranê agahî nehatin bidestxistin. 
 
LI CERABLUSÊ CIWANEK HATE QETILKIRIN
 
Li gorî çavkaniyên herêmî, ciwanê bi navê Îbrahîm Hesûne ê ji bajarê Cerablusê ku di bin dagirkeriya dewleta tirk û komên girêdayî wê de ye, bi sedema ku dayîna bacê qebûl nekiriye di 17’ê nîsanê de rastî êrişa çekdarî komên paramîlîter hat û hate kuştin. 
 
Hat zanîn ku Hesûne xwediyê kargeha keviran bû û gelek caran rastî gefa kuştinê ya serçeteyê koma paramîlîter a Firqeya Nehanê Ebû Hîlal hatibû.