Li Beşîktaşê rêzeqeza çêbûn

  • rojane
  • 14:40 28 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - Di rêzeqezayên Beşîktaşê de 8 kes birîndar bûn. 
 
Li ser Cadeya Buyukdere ya navçeya Beşîktaş a Stenbolê rêzeqeza çêbû. Wesayîteke ticarî ya ji Zîncîrlîkuyuyê dihat, ji kontrolê derket, bariye derbas kir û derbasî şirîda din bû. Wesayîtê li 6 wesayîtên ji milê Leventê ve dihatin xist û sekinî. 
 
TRAFÎK VEGERIYA REWŞA ASAYÎ
 
Li cihê qezayê polîs û komên agirkujî û tenduristiyê hatin veguhestin. Komên agirkujiyê 2 kesên di wesayîtê de asê mabûn xelas kir. Her du kes û 6 kesên din ên di qezayê de sivik birîndar bûbûn, bi ambulansan sewqî nexweşxaneyan hatin kirin. Ji ber qezayê aliyê Levenetê yê trafîkê heta demekî hate girtin. Piştî rakirina wesayîtan û paqijkirina cihê qezayê, trafîk vegeriya rewşa xwe ya asayî.