Rojnamegerên hatine girtin: Ne em, rojnamegerî hate darizandin

  • rojane
  • 11:04 28 Nîsan 2024
  • |
img

STENBOL - Rojnameger Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatin girtin, wiha gotin: “Ya ku tê darizandin rojnamegerî ye. Me dev jê berneda û dê niha jî dev jê bernedin.” 

Di 23’yê nîsanê de di çarçoveya operasyona navenda wê Stenbolê de bi ser malan de hate girtin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayumat bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Rojnamegeran bi rêya parêzerên xwe peyam şandin. 
 
‘YA KU TÊ DARIZANDIN ROJNAMEGERÎ YE’
 
Dal a ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin, diyar kir ku li dadgehê rojnamegerî hatiye darizandin. Dal, bi domdarî wiha got: “Li dadgehê ne xebatkarên Ajansa Mezopotamyayê (MA) lê rojnamegerî bi xwe hate darizandin. Ji me pirsîn bê ka çima nûçeyan çêdikin û çima bûne rojnameger. Em dizanin ku ev ne biryareke hiqûqî ye. Biryareke siyasî ye ku hewl didin heqîqetê asteng bikin. Lê çi bibe jî rastî rojekê derdikeve holê. Polîtîkaya zext û bêzarkirinê her tim hebû. Me wê demê jî dev jê berneda û dê niha jî dev jê bernedin. Em ê li hundir jî binivîsin û heqîqetê biqîrin. Kes nikare Çapemeniya Azad bêdeng bike.”
 
‘PÊNÛSA ME EMANETÎ HEVALÊN ME YE’
 
Rojnameger Erdogan Alayumat ku li Girtîgeha Metrîsê tê ragirtin jî di peyama xwe de wiha got: “Dosya, tenê ji bo krîmînalîzekirina pîşeya rojnamegeriyê hatiye amadekirin. Em ji ber nûçeyên xwe tên darizandin lê pîşeya rojnamegeriyê ewqas girîng û pîroz e ku nabe li eywanên dadgehê were darizandin. Ev dosya her tim vala hatin derxistin û dê ji vir û şûnde jî wisa bin. Em ê alaya Apê Mûsayan, Hrant Dînkan û Metîn Goktepeyan her tim li ba bikin. Em pênûsa xwe niha emanetî hevalên xwe dikin.” 
 
‘NE ÊRIŞ NE JÎ BERXWEDAN NÛ NÎNE’
 
Rojnameger Mehmet Aslan jî di peyama xwe de wiha got: “Girtin û zextên li ser rojnamegerên kurd ne meseleya îro ye. Ev 126 sal in rojnamegeriya kurdî têkoşîna hebûn dide. Berxwedana çapemeniya kurd ne ya îro, ew jî xwedî dîrokeke mezin e. Îro di şexsê me de êrişî çapemeniya kurd dikin. Em baş di ferqa sedema vê êrişê de ne. Em jî li gorî vê zanebûniyê tevdigerin û gav diavêjin. Em ji bo dîrokê û gelê xwe berpirsyar in û ji wan re deyndar in. Em ê vî deynê xwe jî bi nivîsandina heqîqetê bidin û didin. Yek ji sedema taybet a girtina me jî nûçeyên têkildarî Abdullah Ocalan û tecrîdê de ne. Ev yek jî nîşan dide bê ka di pirsgirêka kurd de Abdullah Ocalan aktorekî çiqasî girîng e. Lewma divê mirov bi baldarî nêzî vê mijarê bibe. Silav û hezkirinên xwe ji her kesî re dişînim.”