ROJEVA 28’Ê NÎSANA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 28 Nîsan 2024
  • |
img
* Esnafên Kuçeya Qada Haşimiye ya dîrokî diyar kirin ku ji ber krîza aborî hêza kirînê ya gel kêm bûye û ji ber vê yekê jî êdî ew nikarin berhemên ku dikirin bifiroşin.
 
* Serokê Komîteya Amadekar a mîtînga 1'ê Gulanê ya Wanê Mûrat Atabay ku gel vexwand mîtîngê, anî ziman ku ew ê li dijî polîtîkayên şer li qadan bin. 
 
* Doza tazmînatê li malbata Îdrîs Ûzkaşê HPG'î yên di şer d ejiyana xwe ji dest da, hat vekirin. Bav Habîb Ûzkaş got: "Hem kurê min miriye hem jî dozê vedikin. Yê mexdûr em in."
 
* Li Amedê Parka Koşûyolûyê bûye navenda tiryak û fuhûşê. Welatiyan bal kişandin ku li ber parkê midûriyeta polîsan heye, lê dîsa jî tevdîr nayên girtin û bang kirin ku bi hev re li dijî tiryak û fuhûşê bitêkoşin. 
 
* Vegera li polîtîkayên şer û girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, krîzên li welêt girantir kirin. 
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê beriya civîna bi hevserokên bajaran re ya li navenda giştî ya partiyê, daxuyaniyê bide. (10.30) ZINDÎ
 
* ÎHD dê bi boneya meha 148’emîn a Komkujiya Roboskê li pêşiya avahiya komeleyê daxuyaniyê bide. (13.30)
 
* Çalakiya rûniştinê ya xwendekarên ODTU’yê ya li dijî biryara rektoriyê ya têkildarî Şahiya Biharê û Stada Şoreşê daye destpêkirin dê bidome. (13.00-20.00)
 
* Amedspor dê li deplasmanê bi Somasporê re bilîze. (15.00)