Di ‘Mitînga Mezin a Parastinê de bal kişandin ser tecrîdê

  • rojane
  • 17:13 27 Nîsan 2024
  • |
img

ENQERE - Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê di Mitînga Mezin a Parastinê de bal kişand ser pirgirêkên parêzeran. OHD’yî dovîzên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hilgirtin. 

Mitînga Parastinê ya Mezin a Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TTB) li pêşiya avahiyê TTB’ê serê sibehê dest pê kir û heya Anitparka Enqereyê domiya. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Berdevkê Komîsyona Hiqûqê yên DEM Partiyê Ozturk Turkdogan gelek nûnerên partiyên siyasî û parastvanên mafên mirovan tev li meşê bûn. Di meşê de dovîzên “Parastin nayê bêdengkirin”, “Ji bo edaletê parêzer, ji bo parêzeran edalet”, “Em parastinê diparêzin”, “Bila biryarên AYM’ê werin sepandin”, “Em Peymana Stenbolê diparêzin”, “Dawî li xespkirina rûxsata parezeran bînin” hatin hilgirtin. Herwiha di meşê de wêneyên parêzerên hatine qetilkirin û girtin, hatin hilgirtin.  
 
‘TECRÎD ÎŞKENCE YE BÊDENG NEMÎNE’
 
Di nava meşê de dowîzên herî balkêş ên derbarê binpêkirina mafan ên li girtîgehan û tecrîd3e bûn. Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) dovîzên li ser “Deng bide girtîgehan”, “Ji parêzerên girtî re azadî”, “Tecrîd îşkence ye bêdeng nemîne”, "Parastin dê serî netewîne", "Ji parêzerên girtî re azadî", "Tecrîd li dijî mirovahî û hiqûqê ye” hatin hilgirtin.” 
 
 
Mitîng bi xwendina danezana encama Komxebata Parêzerên Ciwan dest pê kir. Di danazanê de ser pirsgirêk û zehmetiyên pêkanîna peywirê yên parêzerên ciwan hate sekinîn. 
 
SER PIRSGIRÊKÊN PAREZERAN HATE SEKININ
 
Serokê TTB'ê Erînç Sagkan wiha got: “Di welatê me de cubeyên bê bişkok ên ku me dikin wekhev baş binêrin. Ev cube di baran, serma û têkoşînê de herî zêde di hêviyê de teşe girt. Ev cube dema ku baroyên me dihat perçekirin, pîşeya me bêqedr dihat hiştin de ji bo me, dema me mil bi mil têkoşîn daye meşandin bû perestgeh û banê me.” 
 
Sağkan qala pirsgirêkên parêzeran kir û da zanîn kû bi qasî ku pirsgirêk mezin bin divê çareserî jî mezin bin. Sagkan got êdî desthilata vî welatî jî divê van pirsgirêkên welat bibînin. 
 
TAHÎR ELÇÎ HATE BÎRANÎN 
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî Tahîr Elçî bi bîr anî û wiha got: “Di welatekî ku hiqûqê rakirine refê  û mafên darizandinê adîlane neyê sepandine de girîngiya mafê parastinê nayê zanîn. Dê bi zextan, kuştinan û polîtîkayên çewisandinê yên aboriyê parêzer serê xwe netewînin. Ez heviya siberojên parastin nayê bêdengkirin dikim. Baş e ku parêzer hene, baş e ku hûn ê aştiyê, azadiyê, demokrasiyê diparêzin hene.” Piştî axafina Eren diruşman “Tahîr Elçî nemir e” hate berzkirin.