Hate xwestin ku girtiyên nexweş Yildiz û Çaglak bên berdan

  • rojane
  • 16:42 27 Nîsan 2024
  • |
img

ÎZMÎR / ENQERE - Di daxuyaniyên bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li Îzmîr û Enqereyê hatin kirin de daxwaza berdana Hatîce Yildiz û Nazim Çaglak hate kirin. 

 
Bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş ên mafên wan ên xwe gihandina tenduristiyeke baş tên astengkirin li Îzmîr û Enqereyê çalakî hatin kirin. 
 
ÎZMÎR 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya 289’emîn li ber Sumerbanka Kevin a Konakê li dar xist. Di daxuyaniya gelek kes kom bûn de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc” hate vekirin. Di daxuayaniya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Hatîce Yildiz a 75 salî ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê tê ragirtin. 
 
Berpirsyarê ÎHD’ê yê Herêma Egeyê Zafer Încîn bertek nîşanî girtina Makbûle Ozer a 82 salî ya li Wanê ku bi rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya “dikare di girtîgehê de bimîne” da. Încîn, bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiya nexweş Hatîce Yildizê û da zanîn ku ji bilî pirsgirêkên tenduristiyê yên girêdayî pîratiyê nexweşiyên demans, tansiyona bilind, helîna hestiyan, fitika piştê, xwarbûna pirûskê, nexweşiya mîdeyî û nexweşiyên çav pê re hene. 
 
‘PIŞTEVANÎ NE SÛC E’ 
 
Încîn, destnîşan kir ku ne pêkan e Yildiz bi nexweşiyên xwe re di şertên girtîgehê re jiyana xwe bidomîne û got: “Sûcdarkirin û girtina Hatîce Yildiz û xizmên din ên girtiyan ên di bin navê 'fînansekirina terorê' de, rêbazeke hem tecrîdkirina girtiyan hem jî cezakirina kesên ku hevgirtinê nîşan didin e. Li gorî qanûnan pereye ji girtiyan re tên şandin ji aliyê îdareyê ve tê xerckirin. Ji ber vê yekê heke sûcek bê kirin rast e rast rêveberiyên girtîgehê û Wezareta Dadê berpiryar in. Divê sûcdariyên bi vî rengî yên neheq û tacîza darazê ya li dijî xizmên girtiyan demildest bê sekinandin û Hatice Yıldız bê berdan.”
 
ENQERE 
 
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku pankarta “Tedawî maf e, nikare were astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Nazim Çaglak ê li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê tê ragirtin.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, anî ziman ku girtiyên nexweşên giran li girtîgehan ji bo jiyanê têkoşîneke giran didin. Çevîrmen a rewşa girtiyê nexweş Nazim Çaglak vegot, qala nexweşiyên wî kirin û wiha got: “Dema baş neyê dermankirin, êşên wî her tim zêde dibin. Tevî ku Çaglak ji bo baş were dermankirin gelek caran xwest sewqî nexweşxaneyeke baş bibe jî daxwaza wî nehate qebûlkirin. Ji bo ku Çaglak nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne, divê demildest bê berdan.”
 
Çevîrmen, bi lêv kir ku ew ê ragihandina rewşa hemû girtiyên nexweş bidomînin û heta pirsgirêk bi awayekî mayînde ji holê bên rakirin dê têbikoşin.