Lijneya Giştî ya GGC’ê, Bozarslan ji nû ve hilbijart

  • rojane
  • 16:35 27 Nîsan 2024
  • |
img
AMED -  Di Lijneya Giştî ya Asayî ya GGC’ê de serokê heyî Felat Bozarslan bi yekitiya denga jinûve hate hilbijartin. 
 
Lijneya Giştî ya Asayî ya Cemiyeta Rojnamegeran a Guneydoguyê (GGC) bi tev li bûna gelek rojnamegerên ji Amed û herêmê li avahiyê xwe yê GGC’a Sumerparkê de hate lidarxistin. Lijneya Giştî bi yek lîsteyê hate lidarxistin û Felat Bozarslan bi yekdengiyê ji nû ve hate hilbijartin. Di lijneya rêveberiyê de nûnertiya wekhev a jin û mêran hate pêkanîn. Lijneya Rêveber di dîroka xwe de yekem carê ji 4 jin û 4 zilaman pêk tê. 
 
Serokê GGC’ê Felat Bozarslan diyar kir ku GGC dê di dema nû de xebatên xwe yên parstina mafên rojanamegerên li herêmê, parastina azadiya çapemeniyê û başkirina şert û mercên xebitînê yên rojnamegeran xurttir bike. 
 
Lijneya Rêveber a GGC’ê wiha ye: Felat Bozarslan, Aytaç Akhan, Firûzan Behlulgîl, Nesrîn Erdogmûş, Gulistan Korban, Ayser Çinar, Hozan Adar, Orhan Şener û Mesût Fîdançîçek.