ÎHD: Jiyana Makbûle Ozer di bin xetereyê de ye

  • rojane
  • 16:03 27 Nîsan 2024
  • |

STENBOL/AMED - ÎHD, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Makbûle Ozer a 82 salî û ev bang kir: “Jiyana wê di bin xetereyê de ye divê were berdan.” Dayikên Aştiyê yên Amedê jî bi gotinên “Makbûle li der ve be dê bikare çi sûcî bike? Em van qanûnên faşîst ên jineke pîr digirin qebûl nakin” bertek nîşan dan. 

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 631’emîn “Rûniştina F” a her hefte li dar dixe li avahiya xwe ya li Beyoglûyê pêk anî. Gelek parazvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin. Di daxuyaniya pankarta “Bila girtiya nexweş Makbûle Ozer were berdan” hate vekirin de her tim dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” , “Bila Makbûle Ozer were berdan” , “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. 
 
Di “Rûniştina F” a vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa Makbûle Ozer a 82 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin. 
 
BAL KIŞANDIN SER REWŞA OZER A 82 SALΠ
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran da zanîn ku Ozer a astengdar û ji sedî 52 rapora wê heye, nexweşiyên diyabet, astim, helandina hestiyan û tansiyonê pê re hene û ji dayikbûnê ve astengdara bi rê ve çûnê ye. Ozer a ji ber nexweşiyan û pirsgirêkên girêdayî pîratiyê pêdiviya wê bi lênêrîna taybet heye destnîşan kir ku Ozer dikaribû bi alîkariya xizmên xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne. 
 
BANGA HESTIYARIYÊ 
 
Onaran, destnîşan kir ku Ozer li ser rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya “dikare di girtîgehê de bimîne” jinûve hate girtin û got: “Tevî ku beriya were girtin hate xwestin ku cezayê wê weke ‘hefsa malê’ were pêkanîn, daxwaz nehate qebûlkirin û dîsa hate girtin. Ev yek ji bo tenduristî û jiyana wê xetereyeke giran e. Em bang li rayedaran dikin ku divê girtiyên nexweş bên berdan ji bo parastina mafên wan ên tenduristî û jiyanê rayedar peywîra xwe bi cih bînin û banga hestiyariyê li raya giştî dikin.”
 
AMED 
 
Meclisa Dayikên Aştiyê jî bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Ozer û banga berdana wê kir. 
 
 
Di daxuyaniya li avahiya komeleya wan hate kirin de li ser navê Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Raîfe Ozbey axivî û bi gotinên “Sûcê jineke 82 salî çibû û ew çima birin girtîgehê?” bertek nîşan da. 
 
Ozbey, bi bîr xist ku Makbûle Ozer beriya niha jî hatibû girtin û got: “Makbûle li derve bûya da sûcekê çawa bike? Dê wê çend carên din bigirin? Psîkolojiya dayikê xera bû. Ev qanûna ku Tirkiyeyê sepandiye ne qanûn e. Ewqas girtiyên nexweş hene, yên ku bi salan e mehkûm hene. Dîsa jî têr nabin. Em van qanûnên faşîst ên jineke pîr digirin qebûl nakin.”
 
‘DESTÊN XWE YÊN QIRÊJ JI SER ME BIKIŞÎNIN’ 
 
Ozbey, bertek nîşanî girtina nûçegihanên ajansa me Mehmet Aslan, Esra Solîn Dal û kedkarên çapemeniyê Erdogan Alayûmat ên di 23’yê nîsanê de di çarçoveya operasyoneke navenda wê Stenbol de hatin binçavkirin da û wiha domand: “Êrişî televizyonê me kirin. Hûn nikarin tu car televizyonên me bigirin. Êrişî, komele û çapemeniya me dikin, bi kîjan aqlî? Me ev yek tu car qebûl nekir, em ê qebûl nekin. Bila deriyên zindanan vekin û destên xwe yên qirêj ji ser me bikişînin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.