‘Rojnamevan ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê hatin girtin’

  • rojane
  • 15:28 27 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Nûnerên rêxistinên pîşeyî ku bertek nîşanî girtina 3 rojnamevanên kurd dan, diyar kirin ku rojnamevanên kurd ji ber polîtîkayên şer ên li Tirkiyeyê hatine girtin û xwestin demildest bên berdan. 
 
Di 23’yê nîsanê de di serdegirtina malan a li Stenbol, Enqere û Rihayê de 9 rojnamevan hatibûn binçavkirin. Rojnamevanên duh li Çaglayanê hatibûn binçavkirin duh sewqî Edliyeya Stenbolê hatibûn kirin. Li vir 6 rojnamevan piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan, nûçegihanên ajansa me Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnamevan Erdogan Alayûmat jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Rojnamevan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji ber nûçeyên çêkirine hatin girtin. Nûnerên rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê bertek nîşanî girtina rojnamevanan da. 
 
DFG: BILA BÊN BERDAN 
 
Rêveberê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek diyar kir ku girtin û binçavkirina rojnamevanên kurd ne tesaduf e û bi lêv kir ku mafê nûçe çêkirinê bi peymanên navnetewî xistine bin ewlehiyê. Çîçek, axaftina xwe wiha domand: “Sedemê binçavkirin û girtina hevalên me nûçeyên ku çêkirine. Nûçe çêkirin ne sûc e. Em van girtinên ji polîtîkaya derve ne serbixwe ne şermezar dikin. Em dixwazin hempîşeyên me demildest bên berdan.”
 
TGS: JI POLÎTÎKAYA DERVE NE SERBIXWE EY
 
Nûnerê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) yê Amedê Mahmût Oral jî anî ziman ku êrişên li dijî rojnamevanan zêde bûne ji polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê ne serbixwe ne û got: “Tirkiye beriya êrişeke li dijî Rojava û bakurê Iraqê li dijî çapemeniya kurd pêngaveke zextê ya cidî bi pêş ve dibe. Ev jî perçeyek ji wan e. Li holê ye ku hevalên me yên hatine girtin ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatine girtin. Ev rewş bi awayekî aşkere nîşan dide ku desthilat li dijî rojnamevaniyê û derketina rastiyan a li holê bêtehamul e.”
 
Oral, anî ziman ku difikirî piştî têkçûna di hilbijartinên 31’ê Adarê de desthilat dê polîtîkayên xwe yên zextê bi dawî bike û wiha domand: “Gotinên desthilatê û MHP’ê yên piştî protestoyên li Wanê û ev operasyon nîşan dide ku desthilat dê zexta xwe kêm neke. Em her tim dibêjin di serdema vê desthilatê de rojnamegerî weke ‘terorîzm’ rojnamevan jî weke ‘terorîst’ hatin bi nav kirin. Hiqûq di destê desthilatê de ye, li dijî çapemeniyê weke dar hate bikaranîn. Em bang li desthilatê dikin ku dawiyê li vê bîne. Em dixwazin ku weke di cîhanê de li Tirkiyeyê jî rojnamevanî ji sûcbûnê bê derxistin.”
 
MKG: EM Ê NIVÎSANDINA HEQÎQETÊ BIDOMÎNIN’
 
Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) Roza Metînayê jî diyar kir ku ji ber Çapemeniya Azad dengê rastî û heqîqetê ye her tim di bin zextan de ye û hedef tê nîşandan. Metîna, bal kişand ku desthilata AKP’ê û MHP’ê beriya operasyoneke derveyî sînor, ji bo ku çapemeniya kurd bêdeng bike hedef digire û wiha got: “Bi bêdengkirina çapemeniyê û vê operasyonê hewl didin bigihin armanca xwe. Di navbera Îran û Başûr de hevdîtin pêk hatin. Bi Amerîkayê re dihate xwestin ku hevdîtin bên kirin. Armanca van hemûyan êrişên li dijî gelê kurd in. Ji ber vê yekê êrişên li dijî rojnamevanan jî êrişên navnetewî ne. Dem ali Enqere û Stenbolê rojnamevan hatin binçavkirin li Belçîkayê jî bi ser Stêrk Tv û Medya Haber Tv’yê de girtin. Îro Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe her tiştî dike. Ji ber vê yekê divê herkes xwedî li çapemeniya kurd derkevin.”
 
Metîna, anî ziman ku weke rojnamevanên kurd wê tu car serî netewînin û got: “Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin.”