Aqûbeta Yedîgol ê beriya 43 salan di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn

  • rojane
  • 13:56 27 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê, aqûbeta Nûrettîn Yedîgol ê beriya 43 salan di bin çavan de hate windakirin pirsîn û diyar kirin ku çend sal derbas bibin jî dê dest ji daxwaza edaletê bernedin. 
 
Dayikên/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û faîl bên darizandin, di destên wan de qûrnefîl û wêneyên windakiriyan li Qada Galatasarayê hatin bahev. Parazvanên mafên mirovan, Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, nûnerên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) tev li hefteya 996’emîn a çalakiyê bûn. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nûrettîn Yedîgol ê piştî di 10’ê nîsana 1981’an de bi serdegirtina malê ya li Îdealtepe ya Stenbolê hate binçavkirin û windakirin hate pirsîn. Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efer yê daxuyaniya çapemeniyê xwend, diyar kir ku darizandina faîlan di berpirsyartiya meqamên edlî de ye. 
 
Efe yê çîroka Yedîgol vegot, diyar kir ku çend sal derbas bibin jî dê dest ji daxwaza edaletê bernedin û bi bîr bixînin ku dewlet neçare di nava normên hiqûqa gerdûnî de tevbigere.”
 
Çalakî bi danîna qûrnefîlan a li Qada Galatasarayê bi dawî bû.