Li Îdirê ji bo leşker û polîsên veguhestî dibistan hatin girtin

img
ÎDIR - Li Îdirê leşker û polîsên ji bo bikaranîna dengan hatin veguhestin li dibistanan hatin bicihkirin. Midurên dibistanan li xwendekaran û malbatan geriyan û ragihand ku dibistan ketine betlaneyê. 
 
Dest bi anîna leşker û polîsên ku veguhestine bajarên Kurdistanê hate kirin. Li Îdirê leşkerên ewilî di 23’yê adarê de anîn li Navenda Paşve Şandinê, gelek otel û pansiyonên Îdareya Taybet a Bajêr û zanîngehê yên li bajêr hatin bicihkirin. Li otela Sepandinê ya li Kampusa Karaagaç ya girêdayî zanîngehê nêzî 200 leşker hatin bicihkirin. 
 
LEŞKER LI DIBISTANAN HATIN BICIHKIRIN 
 
Ji bilî vê duh êvarî gelek leşker û polîs anîn bajarî. Leşkerên bi unîformayên wan ve anîn balafirgehê li gelek wargehên dibistanan hatin bicihkirin. Qismekî van leşkeran li Lîseya Îdirê, Lîseya Anadolûyê ya Mev û Lîseya Zanîstên Civakî û pansiyonên wan hatin bicihkirin. Dibistanên ku leşker lê hatin bicihkirin heta roja sêşemê hatin girtin û ketin betlaneyê. Midûrên van dibistanan li xwendekaran û malbatên wan geriyan û ji wan re parvekirin ku dibistan ketine betlaneyê. Her wiha xwendekarên li wargeh û pansiyonan dimînin şandin malên wan.
 
DEM’Ê BERTEK NÎŞAN DA
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn, destnîşan kir ku AKP’ê û MHP’ê leşker û polîs veguhestine hemû Kurdistanê. Hûn, da zanîn ku ev leşker ji bajarên Tirkiyeyê tên anîn û wiha got: “Van leşkeran di emrê xwe de Îdir nedîtiye. Ev leşker ji bo vîna gelê kurd bê xespkirin hatin anîn. Li vir vîna gel, bi destê dewletê tê xwestin were îpotekkirin.”
 
‘SAZIYÊN DEWLETÊ JI BO AKP’Ê Û MHP’Ê BÛN SEFERBER’ 
 
Hûn, diyar kir ku li Îdirê AKP’ê û MHP’ê namzetê hevpar derxistiye û wiha berdewam kir: “Hesabkirine ku dê bi çend dengan qezenc bikin û wiha anîne. Ji bilî vê li hin taxan dengên hilbijêran nayên dîtin. Hin taxên girêdayî bajarî girêdayî gundan kirine. Li vir êrişeke cidî li ser hilbijêrên kurd heye û vê yekê dewlet dike. Hemû saziyên dewletê seferber bûne. Midûriyeta Nifûsê ya Bajêr, Walîtî û saziyên din ji bo AKP’ê û MHP’ê seferber bûne. Ji bo vîna gelê kurd asteng bikin ketin dewrê.”
 
‘GEL DIKARE LÎSTIKÊ XERA BIKE’ 
 
Hûn bi bîr xist ku li dijî leşker û polîsên hatine veguhestin îtîrazî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) kiribûn lê îtîraza wan bêyî hincet hatibû redkirin û ev tişt gotin: “Ev yek veguheriye hilbijartineke di navbera gelê Îdirê û dewletê de. Ne tenê kurd azerî û terekeme jî ji vê rewşê aciz in. Li vir polîtîkayeke rantê ya AKP’ê û MHP’ê ya cidî heye. Ez ji vir bang li hemû gelê Îdirê dikim; werin em vê lîstikê bi hev re xera bikin. Encax mirovên bi wijdan dikarin vê lîstikê xera bikin.”
 
‘DIVÊ HERKES BIÇE SER SINDOQAN’ 
 
Hûn herî dawî ev tişt gotin: “Li ser Îdirê lîstikên cidî tên lîstin. Ev ji bo gelê Îdirê hilbijartineke dîrokî ye. Heke em vê hilbijartinê qezenc bikin em ê walî, çeteyan û talankeran têk bibin. Me bang li hemû xwendekar û xebatkarên li derveyî bajar in kirin. Kesên ku bi derfetên xwe hatine hene. Em bang li kesên ku cara ewil deng bikarbînin dikin; bila ew jî teqez biçin ser sindoqê. Divê herkes biçe ser sindoqê û vîna xwe deyne holê.”