Hatîmogûllari: Di 31’ê Adarê de em mohra xwe li bin dara DEM Pratiyê bixin

img
MÛŞ - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di hevdîtina bi gel re ya li Kopê de axivî û wiha got: “Em di 31’ê Adarê de mohra xwe li bin dara DEM Partiyê bixin û serkeftina xwe di bin dara DEM’ê de bi çayeke bidem pîroz bikin.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Kopê ya Mûşê tev li hevdîtina bi gel re bû. Hatîmogûllari, li bajaroka Lîzê ji hêla partiyiyan ve hate pêşwazîkirin. Hatîmogûllari, bi konvoyeke wesayîtan kete navçeyê û tev li hevdîtina bi gel re li pêşiya buroya hilbijartinê bû. 
 
Piştî pêşwazîkirina bicoş, ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî namzetên hevşaredariyê yên navçeyê Aryan Dogan û Arafat Karadagi gel silav kirin. 
 
‘EM Ê RÊ NEDIN ZÎHNIYETA QEYÛM’ 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li vir bangî gel kir. Hatîmogûllari, bal kişand ser coşa gel û got: “Ev coşa serkeftina 31’ê Adarê ye.” Hatîmogûllari, wiha domand: “Em gelek caran li Kopê bi ser ketin. Em ê dîsa bi ser kevin. Di hizûra we de ez careke din zîhniyeta qeyûman tayîn dike şermezar dikim. Em li her devera Kurdistanê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Heta kesên dengê xwe dayîn AKP’ê jî ji zîhniyeta qeyûm tayîn dike aciz in. Êdî ew jî qeyûman naxwazin. Em ê rê nedin zîhniyeta qeyûm.” 
 
‘EV GEL DÊ DI 31’Ê ADARÊ DE LI SER SINDOQÊ BIBE BERSIV’ 
 
Bi domdarî Hatîmogûllari got ku qeyûm her derê dişêlînin û wiha pê de çû: “Yek ji şaredariyên ku şêlandî jî Kop e. Neguhêzbarên şaredariyê û her tiştek firotin. Saziyên jinan, yên ciwanan ku partiya me bi feraseta 30 salan a şaredarîvaniyê ava kiribûn an girtin an jî firotin. Hemû ersa dewrî wezaratan kirin ji ber ku ew jî dizanin ku diçin. Gelê me yê hêja, em ê nehêlin zîhniyeta qeyûmperest bikeve vê xakê û dê di 31’ê Adarê de li ser sindoqê bersivê bidin. Bila soza me be ku dema me şaredarî bi dest xist dê bi awayeke şefaf û demokratîk birêve bibin.” 
 
BANGA XWEDÎDERKETINA LI SINDOQAN LI GEL KIR 
 
Hatîmogûllari, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê bi taybet jî ciwan li dijî dizên sindoqan hişyar bin û xwedî lê derkevin. Êdî demekî kin ma û ricaya me ew e ku hûn bi hemû hêza xwe xwedî li sindoqan derkevin. Di dema hejmartina dengan de li wir bin û nobetê bigirin. Em bi hev re pêşiya lijneyên hilbijartinê yên bajaran tije bikin. Em rê nedin dizan. Weke ku hûn jî dizanin, ev dize dizanin ku nikarin qeyûm tayîn bikin lewma li bajarên me yên krîtîk bi hezaran leşker û polîs veguhestin. Ji we ricaya min ew e ku xizmên xwe yên derveyî bajar qaneh bikin da ku bên dengê xwe bidin.” 
 
‘EM SERKEFTINA XWE DI BIN DARA DEM’Ê DE BI ÇAYEKE BIDEM PÎROZ BIKIN’ 
 
Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha qedand: “Gelê me li ser rêya felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye. Dê ev gele aştî û xwişk-biratiyê bîne vî welatî. Dê jin û ciwanên kurd bînin. Ev tevlibûn û çepik têkoşîneke xurt a li dijî tecrîda li Îmraliyê ye. Îradeya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk e. Heta ku ev coş û kelecana we hebe, tu kes dê nekare bi gelê me serî bide tewandin. Bila qesr jî vê baş bizane ku em ê bajarên xwe bi feraseta şaredarîvaniya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê birêve bibin. Em mohra xwe li bin dara DEM’ê bidin û serkeftina xwe bi çayeke biDEM pîroz bikin. Rêya me vekirî be.” 
 
Hatîmogûllari ji bo bernameya din ber bi navenda Mûşê ve kete rê.