Rewşa Kadîr Înanir baştir dibe

img
STENBOL - Tedawiya hunermend Kadîr Înanir ê piştî aciz bûbû û rakiribûn newxweşxaneyê berdewam dike. Rewşa Înanir ê erênî bersiv dide tedawiyê baştir dibe.  
 
Hunermend Kadîr Înanir piştî aciz bû, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Umraniyeyê. Dermankirina Înanir di beşa lenêrîna awarte de berdewam dike. 
 
Têkildarî rewşa tenduristiyê ya Înanir Serbijîşkê Nexweşxaneyê Prof. Dr. Necdet Saglam daxuyanî da. 
 
Saglam, derbarê tenduristiya hunermend de wiha got: “Kadir beg îro baştir e. Wekî ku me carên din gotibû, rewşa wî esktube (dawîkirina rewşa entube) ye, ser hişê xwe ye, axaftina wî bêhtir tê fêmkirin. Nexweşiyên wî yên din di bin kontrolê de ne. Erênî bersivê dide dermankirinê. Dikare rûne û tedawiya wî ya fizîkê jî berdewam dike. Di servîsa awarte de ye û em plansaziya derxistina ji servîsê dikin.”