Mitînga Wanê bi tevlibûna deh hezaran dest pê kir

WAN - DEM Partî ya li Wanê bi dirûşma ‘em ê her 14 şaredariyan bi dest bixin’ xebatên xwe yên hilbijartinê temam kirin, bi tevlibûna deh hezaran mitînga fînalê li dar dixe. 
 
DEM Partî ya li Wanê bi dirûşma ‘em ê her 14 şaredariyan bi dest bixin’ xebatên xwe yên hilbijartinê temam kirin, bi tevlibûna deh hezaran mitînga fînalê li dar dixe. Welatiyên ku beriya mitînga li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter tê lidarxistin ji çar noxteyan ketin qadê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berzkirin. Qada mitîngê ku jin bi cilên xwe yên netewî diherikin qada mitîngê, wêneyekî rengîn pêşkeş dike. Qada ku mitîng lê tê kirin û hemû cade bi alên DEM Partiyê hatin xemilandin û gel li ber muzîkên ji ser dikê tên lêxistin govendê digerîne. Bi hezaran kes li noxteyên lêgerînê yên ji bo bikevin qada coş lê zêde ye, disekinin. 
 
Di mitînga ku tê payîn dê di demekî kurt de dest pê bike, Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarên Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê axaftinekê bikin. Piştî axaftinan hunermend Mûrat Demîr dê derkeve ser dikê û stranên xwe pêşkeşî gel bike.