AKP dixwaze li Cizîrê pereyan belav bike: Pereyan bigirin dengê xwe nedin!

img
ŞIRNEX - Omer Yildiz ê AKP’ê ji bo Şaredariya Cizîrê weke namzet nîşan daye, piştî ku li ser agahdariya Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî ji hesabên kavaniyên malê yên bi zarok re 2 hezar û 500 lîre dirazîne, telefonê vedike û wiha dibêje: “Heke hûn dengê xwe bidin Omer Yildiz dê ev pere zêde bibe.”
 
Namzetê AKP’ê Omer Yildiz ku li dijî namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) ên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê şansê wî tune ye, ji bo ku dengan bistîne bi bikaranîna daneyên şexsî yên li saziyên dewletê dest bi belavkirina pereyan kir.
 
Yildiz ê daneyên şexsî yên malbatên xizan ên li Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî qeydên wan hene, bi dest xistin, li welatiyên ku rewşa wan a madî nebaşe re bertîlê belav dike. Yildiz û tîma wî, xwegihand van hemû agahiyên şexsî yên malbatan. Derket holê ku li ser nimreya nasnameyê ya her jinekê 2 hezar û 500 lîre pere hatiye razandin. 
 
Di qeyda deng a derket holê de tîma Yildiz piştî pereyan radizînin yek bi yek bi telefonê li jinan digerin û wiha dibêjin: “Pere razandin hesaba we, ji bo we agahdar bikim geriyam. Heke hûn dengê xwe bidin Omer Yildiz û Omer Yildiz serbikeve dê ev pere zêdetir bibe.” 
 
PEREYAN BIGIRIN DENGÊ XWE NEDIN
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan bal kişandibû ku AKP beriya her hilbijartinê de di bin navê “alîkariyê” de bertîlan belav dike, hîleyan dike û wiha gotibû: “Ew qoliyên alîkariyên yên wan dane we, yên we ne, ji berîka xwe nadin. Çi bidin we bigirin, helal e, malê we bi xwe ye, bi paş ve venegerînin lê di sindoqê de jî qet dengê xwe nedinê.”