Leyla Zana çû serdana Orhan Dogan

img
ŞIRNEX - Siyasetmedar Leyla Zana a di çarçoveya xebatên hilbijartinê ya DEM Partiyê de tev li hevdîtina gel a Şirnexê bû, çû serdana gora Orhan Dogan. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Şirnexê hevdîtina gel li dar xist. Siyasetmedara kurd Leyla Zana jî tev li hevdîtinê bû. Zana, ji hêla Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û partiyiyan ve hate pêşwazîkirin. Piştî hevdîtina bi gel re, Zana çû serdana gora Orhan Dogan. 
 
Zana, qurnefîl danî ser gora Dogan û piştre jî tev li hevdîtina bi gel re ya li bajarokê Dêrgulê ya girêdayî navenda Şirnexê bû.