Şandeya Amerîkayê dê bi Kalin, Guler û Akar re hevdîtinê bike

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Meclisa Nûneran a Amerîkayê yên hatin Enqereyê, piştî ku duh bi Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan re hevdîtni kirin dê îro bi Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê Komîsyona Parastinê yê Meclisê Hûlûsî Akar re hevdîtinê bikin. 
 
Beriya serdana Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan a di 9’ê gulanê de li Amerîkayê, Serokê Komîteya Xizmetên Çekdar a Meclîsa Nûneran a Amerîkayê Mike Rogers, endamê payebilind Adam Smith û şandeya pê re duh hatin Enqereyê. 
 
Şandeya Amerîkayê di çarçoveya serdanên xwe de ewilî bi Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan re hevdîtin kirin. Têkildarî hevdîtinê wêneyek, li ser medyaya dîjîtalê ya wezaretê hate parvekirin. 
 
Şandeya Amerîkayê di roja serdanên xwe yên duyemîn ên Enqereyê de dê bi Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê Komîsyona Parastinê yê Meclisê Hûlûsî Akar re hevdîtinê bikin.
 
Têkildarî hevdîtina şandeyê ya bi Wezîrê Parastinê Yaşar Guler re, Wezaretê daxuyaniyek da û wiha got: “Di rojeva me ya têkiliyên leşkerî yên dualî yên hevdîtinê de di serî de têkoşîna bi terorê re û PKK/YPG ku Amerîka piştgiriyê dide, pêvajoya kirîna F-16’an û modernîzasyonê heye. Tê fikirîn ku ew ê firsendek biafirîne da ku hesasiyetên me yên ewlehiya neteweyî di asta herî bilind de li ser mijarên wekî projeyên kirînê yên li benda erêkirina kongreyê be.”
 
PLANA ÊRIŞÊ 
 
Dewleta tirk demekî dirêj e li dijî Herêmên Parastina Medyayê yên Herêma Kurdistana Federe di nava amadekariyên êrişê yên berfireh de ye. Serokkomar Erdogan bi xwe, ji bo planên êrişê yên li ser herêmê îşaret bi mehên havînê kir. Di vê mijarê de bi mehan e trafîkeke dîplomasiyê ya zêde heye. Rayedarên siyasî û leşkerî gelek caran bi rayedarên Amerîkayê û PDK’a Herêma Kurdistana Federe bi rê ve dibe re hevdîtin kirin. 
 
Erdogan dê piştî serdana meha Nîsanê ya Iraqê di 9’ê gulanê de biçe serdana Amerîkayê. Erdogan dê di vê hevdîtinê de hewl bide ji bo êrişê destûrê bigire.