Hunermend: Em ji bo DEM Partiyê biçin ser sindoqan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendên endamên TEV-ÇAND’ê, ji bo hilbijartinên ku dê di 31’ê Adarê de bên kirin, wiha bang li welatiyan kirin: “Ji bo DEM Partiyê herin ser sindoqan.”
 
Hunermendên endamên Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) têkildarî hilbijartinên dê di 31’ê Adarê de bên kirin ji bo Partiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) banga piştgiriyê kir. Hunermend Hozan Aydin, Amele, Zahîr Loran, Azad Aslan, Hozan Kawa, Berbang Hilat, Merwan Tan, Deza Amed, Sîpan Xelat, Şiyar Mûnzûr, Onûr Evîn, Hozan Canê, dengbêj Marûf û Farqîn Amed cih girt. Hunermend di videoya weşandin de bang li welatiyan kir ku di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin DEM Partiyê.