Keça Dayika Taybet: Raya xwe nedin kujerên dayika min

img
ŞIRNEX - Keça Dayika Taybet Înan, Halîme Akin xwest ku her kurdek di vê hilbijartinê de xwedî li vîna xwe derbikeve û wiha got: "Dema hûn raya xwe didin, bila cenazeyê dayika min ê 7 roj û 7 şevan li kolanê hatiye hiştin bê berçavên we.” 
 
Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê tenê du roj man. Bi nêzbûna hilbijartinê re êdî partiyên siyasî xebatên xwe yên dawî dimeşînin û bangên xwe yên dawî dikin. Seranserî bajarên Kurdistanê bi taybet jî yên li ser sînor, ji ber ku îktîdara AKP-MHP’ê hejmareke zêde ya leşker û polîsan weke “hilbijêr” lê veguhestine, di xetereyê de ne. Yek ji van bajaran jî Şirnex e. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo gel biçe ser sindoqê û bi taybet jî kesên derveyî bajar bên dengê xwe bidin, bang dike. 
 
CENAZEYÊ DAYIKA TAYBET 7 ROJAN LI ERDÊ MA
 
Yek ji navçeyên ku encamên hilbijartinê lê tên mereqkirin jî Silopiya ye. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Taybet Înan (Dayika Taybet) a 57 salî di 14'ê kanûna 2015'an di dema qedexeya derketina kolanan a Silopiyayê de ji hêla leşkeran ve li pêşiya mala xwe bi 10 guleyan hate qetilkirin û cenazeyê wê 7 roj û 7 şevan li kolanê ma. Dema xizmê wê Yûsûf Înan dixwest Înanê xelas bike, ew jî li hewşa malê hate birîndarkirin û piştre jiyana xwe ji dest da. Hevjînê Înan jî xwest cenazeyan rake lê di êrişa polîsan de hate birîndarkirin. Cenaze, piştî 7 rojan hatin rakirin. 
 
SANIR LI SER NIMÊJÊ HAT QETILKIRIN
 
Di 14'ê kanûna sala 2015'an de jî dema Mela Hasan Sanir li mala xwe nimêj dikir, li ser nimêjê hate qetilkirin û cenazeyê wî 13 rojan di malê de hat sekinandin.
 
Keça Dayika Taybet, Halîme Akin û hevjîna Mela Hasan Sanir a bi navê Ayşe Sanir têkildarî hilbijartinê ji ajansa me re axivîn û banga xwedîderketina li îradeya xwe li gel kir. 
 
'DEMA HÛN RAYA XWE DIDIN BILA DAYIKA MIN BÊ BÎRA WE’
 
Keça Dayika Taybet, Halîme Akin got; “Divê tu kes raya xwe nede kujerê xwe” û wiha domand: “Dixwazim ku dema kurd dengê xwe didin, bila dayika min ji bîr nekin. Cenazeyê dayika min 7 roj û 7 şevan li kolanê ma. Xwişk û birayên hêja; dengê xwe bidin xwe û destê xwe danin ser wijdana xwe. Wijdana xwe winda nekin. Sala 2015'an bila ji bîra we neçe. Wextê ku xort û lawên me diketin van kolanan, kesek li wan xwedî derneket. Gelo kî bû sebebê van ciwanan? Ew kesên ku îro bi hîleyan dixwazin vîna me xesp bikin, sedema wan in. Bila herkes xwedî li sindoqên xwe derkeve. Raya me vîna me ye, nalîna me ye, qêrîna me ye û her tiştekî me ye. Bi hezaran dayik mîna dayika min hatin qetilkirin û cenazeyê wan li kolanan hatin hiştin. Wan dayikan bînin bîra xwe, herin ser sindoqan û raya xwe bidin.”
 
'RAYA XWE NEFIROŞIN KUJERÊN DAYIKA MIN'
 
Bi domdarî Akin xwest hemû kes xwedî li dengê xwe derkeve û ev bang kir: “Raya xwe nefiroşine kujerên dayika min. Raya xwe nefiroşin. Raya xwe nedin kesên ku xwîna we dimije. Banga ji min tevahiya gelên Tirkiyeyê re heye bila raya xwe bidin partiya rast. Hûn hemû zarokên dayika min in, dayika min dayika we hemûyan e. Hûn weke zarokên Dayika Taybet destê xwe danin ser wijdana xwe û li îradeya xwe xwedî derbikevin.”
 
'EM DENGÊ XWE NADIN KUJERÊN XWE’
 
Hevjîna Sanir, Ayşe Sanir jî bang li gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê kir ku kesek raya xwe nedin kujerên wan. Sanir, wiha domand: “Em dixwazin gelê kurd bibe yek, bibe tifaq da ku em bi ser kevin. Bila her kes raya xwe bide xwe. Em doza ziman û hebûna xwe dikin. Divê ku gelê kurd hişyar be û bi tifaqî serbikeve. Em dengê xwe nadin kujerên xwe. Em ê raya xwe bidin xwe, em ê bidin zimanê xwe. Em ji axa me derxistin, koçber kirin. Hevjînê min li ser nimêje qetilkirin û cenazeyê wî 13 rojan di malê de ma. Tenê zarokeke min hebû ew jî girtin. Ji ber wê raya xwe nedin AKP'ê. Bila bi torbeyeke meqerneyê we nexapînin. Em kurd in, zimanê me kurdî ye û raya xwe bidin xwe. Destê xwe danin ser wijdana xwe. Bila bê bîra we ka çi bi serê kurdan anîn. Yê ku raya xwe nede xwe wijdana wî nîne.” 
 
MA / Zeynep Durgut