Eskerê kuştî hat ditin defin kirin: Malbatê nexwest esker beşdarî merasimê bibin

img
QERS - Esker Osman Ozçalimli yê ku got "Gefan li min dixwin" û piştre kuştî hat dîtin, li Navçeya Dîgorê ya Qersê defin kirin. Malbatê di merasimê de xwest ala li ser darbestê rakin û nexwest esker beşdarî merasimê bibin. 
 
Li Navçeya Alîaga ya îzmirê Esker Osman Ozçalimli çend roj berê got "Gefan li min dixwin" û piştî gef lê hat xwarin kuştî hat dîtin. Cenazeyê Osman Ozçalimli li Gundê Naxşîvan ê Navçeya Dîgorê ya Qersê defin kirin. Malbatê cenaze bi zimêran heta goristana gund birin û li goristana gund bi merasimê defin kirin. Piştî nimêja cenaze kirin, malbatê ala li ser darbestê rakirin û destûr nedan ku esker tev li merasimê bibin.
 
BAV: GEF LI KURÊ MIN XWARIN 
 
Bavê Esker Osman Ozçalimli, li Girtîgeha Alîaga saet li dora 05.00'an kuştî hatibû dîtin. Qeymeqamê Dîgora, Midûriyeta Polîsan a Dîgorê û Fermandariya Cendirmeyan a Dîgorê malbat ziyaret kiribûn û gotibûn "Kurê we qeyrana dil derbas kiriye. Malbatê bertek nîşanî rayedarên dewletê dan. Bav Ahmet Ozçalimli, anî ziman ku kurê wî beriya bê kuştin li wî geriya bû û gotibû 'Gefan li min dixwin'. Bav wiha got: "Kurê min beriya bê kuştin got 'Bavo zêde bi ser min de tên. Kemînan datînin pêş min.' Ez li Çawîşê Pispor Abdullah geriyam. Min rewşa kurê xwe got. Lê wî jî got 'Hûn meraq nekin' Bû sibe agahiya kuştina kirê min dan min."