Platforma Jinan a Enqereyê: Em nabin perçeyê plana şer

  • jin
  • 16:15 13 Cotmeh 2019
  • |
img
ENQERE - Platforma Jinan a Enqereyê bertek nîşanî şerê li dijî Bakur û Rojhilata Sûriyeyê dan û diyar kirin ku nabin perçeyê plana şer. Platforma jinan kuştina Sekretera Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hewrin Xelef şermezar kirin û gotin Êv sûcê şer e." 
 
Platforma Jinan a Enqereyê têkildarî êrîş û şerê Tirkiye ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye ji 9'ê Cotmehê ve dane destpêkirin li Yekîtiya Mulkiyeyan civîna çapemeniyê li der xist. Li salonê pankarta “Şer dikuje, aştî dide jiyandin" vekirin. Li ser navê platformê Devrim Kilinç daxuyanî xwend. Kilinç, diyar kir ku êrîşa ku Tirkiye daye destpêkirin navê “Kaniya Aştiyê" lê kirine û wiha got: "AKP dixwaze bi vê yekê aştiyê rewa bike. Şerê ku bi bombebarana axa welateki din û kuştina jina û zarokan, weki aştî nayê pênasekirin. Herî zêde jin şer û mîlîtarîzmê nas dikin û bûne şahidê wê. Bi salan e em têkoşîna aştiyê didin. Divê em îro bêtir dengê xwe bilind bikin. Niha em dibînin ku koalîsyona  AKP-MHP'ê li dijî hemû civakê şer daye destpêkirin. 
 
Kilinç, anî ziman ku gel erê nekiriye ku pirsgirêka Kurd li şûna demokrasiyê bi şer çareser bikin û wiha got: "Hêzên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê  Hewrin  Xelef kuştin. Ev sûcê şer e. Li dijî hemû destkeftiyên jinan şer didin destpêkirin. Li dijî gelê Kurd, Êzidî, Suryanî, Ermenî, Ereb û hemû gelên ku azadiya xwe dixwazin li dijî wan şer dane destpêkirin. Bi van êrîşan dixwazin ji nûve rê li pêş DAIŞ'ê vekin. Di dagirkirina Şengalê de DAIŞ'ê gelek jin revandin û li bazaran firotin. Em nabin perçeyên şer. Em nabin plana şer. Em bang li hemû jinan dikin ku bêjin 'Ji şer re na, aştî hema niha' berz bikin."