'Di bûyerên îstîsmarê de divê gotina zarok esas bê girtin'

  • jin
  • 09:08 6 Cotmeh 2019
  • |
img
STENBOL - Prz. Turgay Ozcan, diyar kir ku îstîsmara zarokan zêde bûye û xwest di îstîsmara zarokan de daxuyaniya zarokan esas bê girtin. Ozcan, da zanîn ku ger ceza ji sedî sed îstîsmarê kêm neke jî dê dîsa pêlekê kem bike.
 
Li Tirkiye zarok û jinan her roj rastî îstîsmarê tên. Her ku diçe rêjeya îstismarê ya di nava civakê de zêde dibe. Têkildarî bûyerên îstîsmarê Parêzer Turgay Ozcan, anî ziman ku gelek bûyerên îstîsmarê veşartî tên hiştin û derbasî darazê nabe. Ozcan, destnîşan kir ku di bûyerên îstîsmarê de daxuyanî û gotina zarok esas e û wiha got: "Dema em li pêvajoya darazê dinerin em dibînin ku ev daxuyanî û gotinên zarokan zêde esas nayê girtin. Zarok ango jinên rastî îstîsmarê tên, bi fikr û tirsa "Gelo derdor û civak wê ji min re çi bêjin? Wê civak çawa li min binere? Gelo ez êdî mirovek nebaş im? tev digerin. Ji ber vê yekê naxwazin aşkere bibe û vedişêrin. Ji ber vê yekê dosya û dozên îstîsmarê bi zor û zahmet derdikevin holê. Doz nayên vekirin. Pêwiste kesên rastî îstîsmarê hatin bi lez  û bi hêsanî biçin serî li rayedaran bidin û da ku delîl bi hêsanî bên komkirin û encam bê girtin. Lê mirovên rastî vê bûyerê tên bi zahmetî vedibêjin. Ger ku dereng serlêdan bê kirin raporên tên amadekirin têr û tije nabe. Delîl kêm dibin. Ji ber vê yekê car caran dadgeh raporan têr nabîne." 
 
Ozcan, bibîr xist ku gelek caran heyeta dadgehê bersûcên îstîsmarê ceza dike û serbest berdide û wiha lê zêde kir: “Kesên rastî îstîsmarê tên travmayên dijwar dijî. Divê bê dermankirin. Malbat perîşan dibin. Dibêjin zarok bêbextiyê dike. Zarok derewan nake. Bêbextiyê jî nake. Zarok ji xwe baş nizanin ku îstîsmar çiye. Ji ber vê yekê daxuyanî û gotina zarokan girîng e û divê daxuyaniya zarokan esas bê girtin. Divê bi tu awayî jiyana mirovan neyê tunekirin." 
 
Ozcan, herî dawî destnîşan kir ku gelek bûyerên îstismarê veşartî tên hiştin û wiha axivî: "Gelek bûyer naçin darazê. Gelek bûyerên diçin darazê jî bi encam nabin an jî bersûc rastî cezayekî kêm tê.  Niha zarokek 7,5 salî ya rastî îstîsmara zayendî hatiye heye. Dema bû 12 salî û hevalê wê qala îstîsmarê kir, ji dayika xwe re serpêhatiya xwe vegot. Dayik çawa fêr bû serî li serdozgeriyê da. Dadgeha cezayên giran jî bersûc bi şertê kontrola edlî serbest berda. Faîl hêj serbest di nava me de digere. Sedema vê yekê jî dibêjin delîl kêm e. Ji ber vê yekê divê bersûc bên cezakirin. Ji sedî sed sûc ji holê raneke jî pêlekê sûc kêm dike."