DEM Partî: Ne faşîzm, lê têkoşîna azadiyê ya jinan dê bi ser keve

  • jin
  • 11:00 13 Cotmeh 2025
  • |
img

ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî berevajîkirina gotinên siyasetmedarên jin ên Kurd û hedefgirtina wan da û got: “Di serdemeke hêviya aştiyê mezin dibe de hedefgirtina siyasetmedarên jin a bi gotinên faşîst, tiştekî rasthatî nîne.”

 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di serî de gotinên Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan ku Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît hedef girtibû, têkildarî hedefgirtina siyasetmedarên jin ên Kurd daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
‘DÊ JIN DEV JI XWEDÎDERKETINA LI PÊVAJOYÊ BERNEDIN’ 
 
Di daxuyaniya Meclisa Jinan a DEM Partiyê de wiha hate gotin: “Yên ku bi sorkirina nijadperestî, zayendperestî û neteweperestiyê êrişî siyaseta me ya jinê dikin bila baş bizanin ku jin wê dest ji kombûna li dora pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bernedin.
 
DI PÊVAJOYA AŞTIYÊ DE EV GOTINÊN FAŞÎST TESADUFÎ NÎNIN
 
Di demekê de ku hêviya aştiyê ya jinan û gelan zêde bûye, tesadufî nîne ku bi gotinên faşîst êriş li ser siyasetmedarên me yên jin têne kirin. Yên ku xwe ji siyaseta şer xwedî dikin û bi îdeolojiyên faşîst ên serweriya mêr êrişî daxwaza aştiyê ya gelan û jinan dikin, ew hêz in ku hewl didin gelan berdin hev û rantê ji şer werbigirin.
 
Ji ber vê yekê, bi destê rêveberên siyaseta serweriya mêr a faşîst, axaftinên siyasetmedarên jin ên li ser aştiyê berevajî dikin û hevrêyên me dikin hedef. Operasyonên xapandinê yên bi zimanê nijadperestiyê tên kirin, sûcekî li dijî civakê û bi taybetî jî li dijî jinan e. 
 
EM Ê BÊDENG NEMÎNIN
 
Em li hemberî van êrişên li ser hêviya aştiyê ya civakê û jinan bêdeng neman, em ê bêdeng nemînin. Em ê li her devera ku lê ne têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê mezin bikin û israra xwe ya di aştiyê de dewam bikin. Ne faşîzm, lê têkoşîna aştiyê ya jinan wê bi ser bikeve."