Ewil dosyeya Bîlgîn a TJA’yî xera kirin, piştre ceza danê

  • jin
  • 15:20 30 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî ya 9 sal cezayê hefsê daye Zelal Bîlgîn a TJA’î xera kir. Danişîna piştî biryara xerakirinê hatiye lidarxistin de carek din ji sînorê jêr dûr ketin ceza dan Bîlgînê. 
 
Derbarê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad  (TJA) Zelal Bîlgînê di bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza hatibû birîn û Dadgeha Bilind dosyeyê ji ber sedemên “lêkolîna kêm” û “cezayê zêde” xera kir. Piştî biryara xerakirinê darizandin ji nû ve li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate despêkirin. Parêzerê Bilgînê Diyar Çetîn di danişînê de amade bû. 
 
Dozger careke din ji sînorê jêr dûr ket û xwest Bîlgîn bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” ji sînorê jor were cezakirin. 
 
DAXWAZA GUHDARKIRINA ŞAHIDÊ NEPEN
 
Parêzerê Bilgînê Diyar Çetedîr anî ziman ku karûbarên îfadeyê yê şahidê nepen nediyar e û xwest şahiyê nepen were guhdarkirin. Çetedîr diyar kir ku muwekîla wî ji ber têkoşîna mafên jinan daye meşandin û tevahiya çalakiyên ku ew tev li bûne li dijî qetilkirinên jinan in û di çarçoveya çalakiyên demokratîk de hatine kirin. Çetedîr beraeta muwekîla xwe xwest. 
 
DAXWAZ HATIN REDKIRIN
 
Şandeya Dadgehê daxwaza guhdarkirina şahidê nepen red kir, di danişîna piştî biryara xerakirina dosyeyê hatiye lidarxistin de birayara xwe da. Dadgeha cezayê 9 salan ê hatiye xerakirin tenê 7 mehan daxist û 8 sal û 5 meh cezayê hefsê da Bîlgînê.