Li Mereşê jinek hate qetilkirin

  • jin
  • 12:51 30 Nîsan 2024
  • |
img
MEREŞ - Jina bi navê Nazli Tepedîr li navçeya Turkoglûyê ji hêla hevjînê xwe Mehmet Tepedîr ve hate qetilkirin. 
 
Jina bi navê Nazli Tepedîr (57) a li Taxa Çarkiroglû ya navçeya Turkoglû ya mereşê dijiya, ji hêla hevjînê xwe Mehmet Tepedîr (56) ve hate qetilkirin. Piştî lêkolîna cihê bûyerê, cenazeyê Tepedîr ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî. 
 
Faîl Mehmet Tepedîr ji hêla cendirmeyan ve hate binçavkirin.