Li Manîsayê jinek hate qetilkirin

  • jin
  • 08:39 29 Nîsan 2024
  • |
img
MANÎSA - Li navçeya Alaşehîrê Hamza Demîrkiran, hevjîna xwe Bûse Demîrkiran qetil kir. 
 
Li navçeya Alaşehîr a Manîsayê Hamza Demîrkiran 824) piştî ku hevjîna xwe Bûsa Demîrkiran bi çekê qetil kir, bi heman çekê întîhar kir. Li ser hatina dengê çekê welatiyên derdorê tîmên polîsan û tenduristiyê agahdar kirin. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Bûse û Hamza Demîrkiran jiyana xwe ji dest dane. 
 
Piştî lêkolîna dozger a li cihê bûyerê cenaze birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Alaşehîrê. Hate zanîn ku yek 18 mehî yek jî 4 salî du zarokên Bûse û Hamza Demîrkiran hebûn.