'Heger Zaînal û malbata wî bidana ber lêpirsînê wê Gulîstan bihata dîtin'

  • jin
  • 09:14 22 Cotmeh 2020
  • |
img
DERSIM – Osman Dokû anî ziman ku tu hêviya wan ji lêgerîna li nava Bendava Ûzûnçayirê tuneye û got: "Heger bi qasî ku li nav avê geriyan Zaînal û malbata wî bidana ber lêpirsînê, heya niha wê Gulîstan hatibûna dîtin." 
 
292 roj in xeber ji xwendekara Zanîngeha Dersimê Gulîstan Dokûyê nayê girtin. Her wiha ji bo Dokûyê bû cara sisêyan li Bendava Ûzûnçayirê xebatên lêgerînê dest pê kirin. Birayê wê Osman Dokû, destnîşan kir ku lê belê tu hêviya wan ji lêgerîna li nava Bendava Ûzûnçayirê tuneye û got: "Heger bi qasî ku li nav avê geriyan Zaînal û malbata wî bidana ber lêpirsînê, heya niha wê Gulîstan hatibûna dîtin." 
 
Bira Dokû, bilêv kir ku heya niha bi ser tu şopê ve neketine û got, Waliyê Dersimê yê berê Tûncay Sonel û dozgeriyê ji wan re gotiye her tişt îşaret bi avê dike. Dokû got: "Em çûn cem Suleyman Soylû. Wî jî ji me pirsî ku 'em ê di nava avê de karibin çi bikin.' Noqav axivîn. Gotin, em ê nîviyê avê vala bikin. Cardin av vala kirin, lê ne tam. Tenê bi qasî golekê ma. Lê cardin jî tiştek jê derneket. Me xwest em biçin cem Serokomar Erdogan. Lê me kir nekir me nikaribû pêwendî pê re deyne. Vê carê cardin dest bi lêgerînê kirin." 
 
ZAÎNAL Û MALBATA WΠ
 
Bira Dokû, anî ziman ku bi israr ji rayedaran re dibêjin Gulstan ne di nava avê de ye, lê belê rayedar dibêjin: "Ma çi têkeve avê gere bê dîtin. Tiştekî werê tuneye. Hin jê hene di 5 mehan de, hin jê di 10 rojan de, hin jê di salekê de tên dîtin. Kes nizane çi dibin avê de diqewime." 
 
Dokû, destnîşan kir ku divê sergumanbar Zaînal Abarakov bikeve ber lêpirsînê û got: "Heger bi qasî ku li nav avê geriyan Zaînal û malbata wî bidana ber lêpirsînê, heya niha wê Gulîstan hatibûna dîtin. Heger roja roj telefon, komputer û malbata Zaînal bidana ber lêpirsînê wê Gulîstan bihata dîtin. Ji roja ku Gulîstan winda bûye Zaînal ne li holê ye. Heger lêpirsîneke çalak bihatana kirin, me yê li ser van tiştan xeber nedana. Zaînal direve, diçe derveyî welêt. Madem bê sûc e, nexwe çima dirve. Kes bi ser Zaînal û malbata wî de neçû. Em tenê dixwazin pêvajoyeke adil û zelal bê birêvebirin." 
 
‘EM Ê DEV JÊ BERNEDIN' 
 
Dokû, bilêv kir ku berpirsiyarê windbaûna Gulîstanê Zaînal e û got: "Zaînal dizane bê çi hatiye serê xwişka min. Heger kuştibin jî kesek zane û heger di avê de me kesek dizane û heger sax be jî kesek dizane. Ew jî Zaînal e. Bila kes ji me re nebêjin li mala xwe rûnên, li  bendê bin an jî tiştekî nekin. Mehek, 10 sal an jî 100 sal sal debras bibe jî em ê dev ji Gulîstanê bernedin."