‘Ku Peymana Îstanbul têxin meriyetê dê jin tundiyê nebînin'

  • jin
  • 09:37 31 Tîrmeh 2020
  • |
img

ENQERE - Parêzer Betul Çetîn ku ji aliyê mêrê berê bi hevre bûn tundî lê hat kirin û birîndar bû, diyar kir ku eger Peymana Îstanbul û xala zagona 6284'an têxin mireyetê dê jin birîndar nebin û tundiyê nebînin. 

 
Hikûmet hewl dide ku Peymana Îstanbul betal bike. Li dijî vê hewldana hikûmetê bertek û nerazibûnên jinan zêde dibin. Jin li kolanan bertekên xwe tînin ziman û dixwazin ku hikûmet Peymana Îstanbul betal nekin. Jin dixwazçin ku hikûmet peymên heyî jî têxe meriyetê. Hiqûqnas û Parêzer Betul Çetin a ku 8 sal berê mêrê bi hevre dijiyan tundî lê kir û birîn kir li ser girîngî û wateya Peymana Îstanbul û Xala Zagona 6284'an axivî. Prz. Betul Çetîn qala serpêhatiya xwe kir û got: "Ez ji rewşa xwe dizanim. Eger Peymana Îstanbul û xala zagona 6284'an têxin meriyetê dê tundî li jinê neyê kirin û dê jin birîn nebe. Divê her kes li dijî rakirina vê peymanê têbikoşin. 
 
Çetîn, anî ziman ku tema parêzera stajyer bû, ji aliyê mêrê ku bi hevre bûn tundiya fîzîkî û derûnî lê hat kirin û wiha got: “Mêrê em bi hevre bûn tundî li min kir. Milê min jê kir. Ez ji mirinê xelas bûm. Lê min şerm kir û min ev yek ji kesî re negot. Min xwest gilî bikim. Lê faîl ez birim nexweşxaneyê. Dema li nexweşxaneyê polîs li tenişta min bû got ‘Te milê xwe jê kiriye?' Ji ber ku faîl li cem min bû, min got 'Erê' Piştî polîs çû bijîşk piştre tiştek nepirsî."  
 
Çetîn, da zanîn ku bi Peymana Îstanbul, dewlet erk û berpirsiyariyê dide ser personelên xwe û wiha got: "Dema ez çûm nexweşxaneyê, diviya bû polîs dema faîl ne li cem min bûya pirsên ‘Rewşa we çiye? Tundî heye yana? Hûn di ewlehiyê de ne? Hûn dikarin xwe biparêzin? Hûn dikarin tedbîrên xwe bigirin?' pirsîbûya. Ger ku polîs bi rol û rista Peymana Îstanbul tev bigerin dê tundî bi dawî bibe." 
 
'DOZÊ 4 SALAN DEWAM KIR' 
 
Çetîn, da zanîn ku piştî ji milê xwe birîndar bû, xwest ew û faîl dest ji hev berdin û wiha lê zêde kir: "Min der barê faîl de “Birîndarkirin, destnedayîna xanî, gef û hewaretê" doz vekir. Piştî doz hat vekirin dozê 4 salan berdewam kir. Li gel belge, girtek û şahid hebûn jî doza ku di 2 rûniştinan de bi encam bûbûya 4 salan berdewam kir. Ji ber ku ew jî parêzer bû, dadgehê jî ji ber faîl parêzer bû zû bi encam nekir. Dadgehê piştî 4 salan ceza kir, lê cezayê wî taloq kir. Ger ku faîl heta 5 salan sûc neke dê hemû tişta li min kiriye jêre bimîne. Eger polîs erka xwe rast pêk anîbûya û min wê demê gilî kiribûya dê faîl nikarîbûya parêzerî kiribûya. 
 
LI ŞÛNA BIRÎNÊ MIN KULÎLK ÇÊKIR
 
Parêzer Çetîn, da zanîn ku piştî bi rêxistin û têkoşîna jinê re hev nasîn di jiyana wê de gelek guhertin çêbû û wiha berdewam kir: "Min li ser birîna milê xwe çîçek çêkir. Piştevaniya jinê rê li pêş min vekir. Min bi piştevaniya jinê têkoşîna xwe berdewam kir. Min li şûna birînê kulîlk (çîçek) vekir. Ez vê serpêhatiya xwe û têkoşîna xwe ji bo jinan re bibe hevî vedibêjim. Em ê bi vê têkoşîna xwe her tim kulîlkan li ser birînên xwe vekin. Em ê li Peymana Îstanbul xwedî derkevin. Eger Peymana Îstanbul pêk bê û têkeve meriyetê em ê birîn nebin. Ji bo jiyanek wekhev, hevpar û hemû mafên jinan bê parastin divê Peymana Îstanbul û xala 6284'an bê kêmasî têxin mireyetê. Ev yek şert e. Em ne bê hêvî ne. Em bi hevî ne. Heta ku hişmendiya mêrî têk biçe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em bi hevî ne." 
 
MA / Zemo Aggoz - Eylem Akdag