Aktîvîsta TJA'yê: Em ê xwedî li Peymana Stenbolê derkevin

  • jin
  • 09:01 30 Tîrmeh 2020
  • |
img
WAN - Aktîvîsta TJA'yê Aynûr Sarica diyar kir ku Peymana Stenbolê ji bo parastina mafên jinan e û ew ê xwedî li wî mafê xwe ango xwedî li Peymanê derkevin. 
 
AKP di sala 2011'an de Peymana Stenbolê îmze kir û gotibû ew ê bixe meriyetê. Lê belê AKP niha dixwaze ji peymanê vekişe. Di serdemek ku îstîsmarkirina zayendî û êrişên zayendî li dijî jin û zarokan zêde dibin û tundiya li ser jinan zêde dibe lê îqtîdar dixwaze ji Peymana Stenbolê ya ku jin û zarok dikarin jê sûd werbigirn vedikişe. Bertekên li dijî vekişîna peymanê didomin. Atkîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aynûr Sarica diyar kir ku ew ê dest ji destkeftiyên xwe bernedin û biparêz in. 
 
Sarica diyar kir ku Peymana Stenbolê jin û zarokên bi tundiyê re rûbirû dimînin diparêz e û aliyek peymanê ku aciziyê bide nîne. Sarica da zanîn ku peyman ji bo parastina mafên jinan gavek girîng e û got: "Dema ku peyman bikeve meriyetê wê tundiya li ser jinan kêm bibe. Her roj bi cînayeta jinan ji xewê şiyar dibin. Tirkiye di 2011'an peymanê îmze kir û di 2014'an de jî xist rewacê. Yek ji dewletên ku ewilî peymanê îzme kiriye ye. Ev îqtîdar niha jî rabûye dibêje peyman aramiya nava malê xera dike. Dewletek bi zîhniyeta zilam tê birêvebirin, heke rabe û xalên peymanê bixwîne dê bibîne xalên ku jinan diparêz in hene û ji nava malê re nabe mînaka xerab. Lê îqtîdar bi israr LGBTÎ+ bi israr wek hêcet nîşan dide û dixwaze ji dest ji peymanê berde." 
 
'PEYMAN NAYÊ SEPANDIN' 
 
Sarica anî ziman ku peyman bi awayek tam nayê sepandn û heke ev peyman pêk bihata wê ew qas jinan nehatine kuştin û tundî li wan nehata kirin. Sarica got roja ku ji peymanê vekişîn çê bibe wê zîhniyeta serwer a mêran serwertir bibe û wê baweriyê bide zilaman. Sarica da zanîn ku di pêşnûmeyên yasayên têkildarî jinan zilam biryarê didin û qanûnek ku zilam biryara wê bide dê jin ji zilaman neyên parastin. 
 
‘EM Ê XWEDÎ DERKEVIN' 
 
Sarica bal kişand ser çalakî û şahiyên jinan ên li dijî qetilkirina jinan û îstîsmarkirina zayendî û êrişên zayendî yên li ser zarokan û jinan û got: "Heta ku dixwazin bila asteng bikin. Bila zext li jinan bikin. Lê em ê dest ji mafên xwe bernedin û tawîz nedin. Em ê xwedî li peymanê derkevin. Em ê li dijî her cure astengiyan derkevin." 
 
MA / Ozlem Yayan