Parêzer Ozoral: Divê êdî Ocalan azad be

  • rojane
  • 09:01 11 Kanûn 2025
  • |
img

WAN - Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Mûstafa Ozoral got: “Ger dewlet bibêje ez ê bi Kurdan re aştiyê pêk bînim, divê êdî di vê qonaxê de rêzdar Abdullah Ocalan ê ku Kurd wî weke rêber dibînin, serbest berde.”

 
Bi hevdîtina Komîsyona Meclisê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbasî qonaxa duyemîn bû. Weke şertê pêşîn ê qonaxa duyemîn, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê hêviyê derdikevin pêş. Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Mûstafa Ozoral, destnîşan kir ku divê mafê hêviyê bê naskirin û azadiya fîzîkî bê misogerkirin.
 
'DIVÊ KOMÎSYON ÊDÎ PÊŞNIYARÊN ŞÊNBER PÊŞKÊŞ BIKE'
 
Ozoral diyar kir ku heta niha hikumetê tu gaveke berçav a ku xizmeta pêvajoyê bike neavêtiye û ev yek bandorek neyînî li ser pêvajoyê kiriye û ev tişt got: “Heta îro, li Meclisê ji bilî avakirina Komîsyona ku bingeheke wê ya qanûnî tune, tu gavek nehatiye avêtin. Vê komîsyonê heta niha hin rêxistinên civaka sivîl û kesan guhdarî kiriye û herî dawî çûye Îmraliyê û bi rêzdar Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk aniye. Komîsyon êdî qonaxa guhdarîkirinê temam kiriye. Tişta ku divê komîsyon ji niha û pê ve bike ev e; li ser veraskirina qanûnên ku heta îro polîtîkayên înkar û îmhayê meşandine xebatan bimeşîne û gavên pêwîst bavêje. Ev yek wê xizmetê ji aştiya civakî re bike. Heta ku di vê mijarê de pêşketinên şênber çênebin, ew baweriya bi aştiyê ya ku di civakê û gelê Kurd de heye, wê qels bibe. Ji bo ku pêvajo nexitime, divê tavilê gavên şênber bên avêtin."
 
'DIVÊ OCALAN AZAD BIBE'
 
Ozoral diyar kir ku li welêt hiqûqeke awarte tê sepandin û wiha pê de çû: "Divê TMK, qanûna înfazê, destûra bingehîn, CMK û qanûnên rêveberiyên xwecihî bên guherandin. Heta ku di van mijaran de gavên şênber neyên avêtin, rêveberiyên xwecihî neyên xurtkirin û hemû xalên destûra qanûnî yên ku hiqûqa awarte diafirînin neyên verastkirin, behsa avakirina aştiyê ne pêkan e. Heke dewlet dibêje 'ez ê bi Kurdan re aştiyê pêk bînim', divê di vê qonaxê de rêzdar Abdullah Ocalanê ku Kurd wî wekî rêber dibînin, rasterast serbest berde. Divê şert û mercên xebata azad jê re bên amadekirin. Di çarçoveya van şertên xebata azad de jî divê derfet bên afirandin da ku fikr û ramanên xwe hem ji civakê û hem jî ji cîhanê re ragihîne. Sala 2014'an Konseya Ewropayê der barê rêzdar Abdullah Ocalan û girtiyên din de biryar dabû ku divê 'mafê hêviyê' were bicihanîn, lê tevî van biryaran heta niha tu gavên şênber nehatine avêtin û di qanûnan de guherîn nehatine kirin."
 
Ozoral bal kişand ser 11'emîn Pakêta Darazê ya ku anîne Meclisê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi awayekî aşkera tê dîtin ku rêzdar Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bi temamî li derveyî vê yekê hatine hiştin û ji vê pakêta nû ya darazê sûd wernagirin. Di vê çarçoveyê de em bawer dikin ku divê Konseya Ewropayê, nexasim ji bo pêkanîna biryarên der barê Tirkiyeyê de, zexteke cidî bike."
 
'POLÎTÎKAYÊN QEYÛMAN ZIRARÊ DIDIN PÊVAJOYÊ'
 
Ozoral destnîşan kir ku polîtîkayên qeyûman zirarê didin pêvajoyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo ku hêviyên gelê Kurd ên ji bo aştiyê bi cih werin, divê tavilê dev ji polîtîkayên qeyûman ên ku îradeya gelê Kurd nas nakin bê berdan û vegera hevşaredaran a ser karê xwe wê bibe biryareke rast. Mifteya aştiya civakî di rêveberiyên xwecihî re derbas dibe. Hevşaredar ji dozên ku wekî hinceta qeyûman hatibûn nîşandan berat dikin. Hê çend roj berê Hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ji dozên ku dihatin darizandin berat kirin. Di vê pêvajoyê de vegera hevşaredaran a ser wezîfeyê pêwîst e. Ev jî dê bibe gaveke girîng ji bo ku pêvajo ber bi aliyê erênî ve biçe."
 
MA/Lutfu Pala

Sernavên din

11/12/2025
17:05 Çetîn Arkaş: Em dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn
16:51 Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn
16:35 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
16:31 Nûnerên komeleyên Romanan rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ziyaret kirin
15:46 Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome
15:23 Li Nisêbînê civîna gel: Aştî pêdiviya herî lezgîn e
15:22 Parlak ê DEM Partiyî: Fîdan hewl dide biçekbûna welatan teşwîq bike
14:55 Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin
14:13 Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin
09:56 Polîsê li Edliyeya Şirnexê întîhar kiribû mir
09:55 Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir
09:44 Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin
09:08 Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Parêzer Kaya: Ji bo 'mafê hêviyê' divê tavilê gav bên avêtin
09:04 Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
09:02 Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin
09:01 Parêzer Ozoral: Divê êdî Ocalan azad be
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2025'AN
10/12/2025
21:14 Li Licê li dijî fuhûşê dê meş bê lidarxistin
20:24 Ji Cenevreyê bang: Divê tavilê Abdullah Ocalan azad bibe
19:13 Cezayê bidarvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin
19:05 Festîvala Fîlman a Amedê bi eleqeyek xurt didome
16:56 Li Tetwanê civîna gel: Cara ewil bû Adullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinihêrt
16:55 Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve
16:25 Careke din xwîn dan rojnameger Aykol
15:51 Ji NY’ê re name: Ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ dewletên endam teşwîq bikin
15:48 DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ dan Meclisê
15:45 Ji bo PKK’iyan şîn hatin danîn, mewlûd hate dayin
15:35 Astengkirina qursa Kurdî hat şermezarkirin: Zimanê me rûmeta me ye
15:04 Daxuyaniyên rêxistinên maf û hiqûqê yên bi boneya Hefteya Mafên Mirovan: Binpêkirin roj bi roj zêdetir dibin
14:36 Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê daxuyaniya 'mafê hêviyê'
14:35 TJA, DBP û DEM Partiyê têkildarî Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan
13:14 Dayikên Aştiyê: Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin
13:07 Di saleke desthilata HTŞ'ê de jin: Revandin, kuştin, destdirêjî
12:19 Li Amedê meşa mafên mirovan: Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin
12:18 Parêzerê ÇHD'î hat binçavkirin
12:16 Artemêt dibe bajarê azad û ekolojîk ê jinan
12:04 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê şerxwaziya we têk bibin
11:41 Rapora Mijdarê ya MKG'ê: Zextên li ser rojnamevanên jin didome
11:22 Lêkolîn: Ji sedî 97'ê dengdêrên DEM Partiyê dixwazin serdanên Îmraliyê bidomin
10:48 Akademîsyenê misrî: Dixwazim Ocalan di şertên azad de li Rihayê bibînim
10:42 Li Amedê mij bû sedema zehmetiyan
10:39 DEDAŞ ku ceza li 600 malî birî, ceryana ocaxa tenduristiyê jî birî
10:14 Oral ê ku Ayşe Înceyolê revand, heman şevê wî û cendirmeyan peyam ji hev re şandiye
10:13 Dr. Yavîç: Rewşa girtiyên nexweş divê ji bextê ATK'ê re neyê hiştin
10:12 Mînîbusa karkerên çandiniyê qelibî: 18 kes birîndar bûn
09:59 Hevserokê Meclisa Ermenan: Me xwe bi felsefeya heval Apo nas kir
09:18 Derhênera 'Xwêfiroş' banga xwedîderketina li xwezayê kir
09:16 Ji Abdullah Ocalan der barê bûyerên civakî de peyamên girîng
09:15 Girêsor ê Panosê veguheriye girê sergoyê
09:09 Derhênerê fîlma namzetê Oscarê: Em dixwazin Amed bibe Cannes a Kurdistanê
09:08 DEM Partî ji bo 'Nan û Aştiyê' dê ber bi Enqereyê ve bimeşe
09:02 Parêzer Azurtza: Divê bê zanîn ku Ocalan şexsiyetekî diyarker e
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2025'AN
09/12/2025
19:53 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nişandan
16:29 Li Wanê rêveberiya herêmî û GABB bi jinan re civiyan
16:25 Li Dêrsimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
16:20 Rêxistinên hiqûqê rapora binpêkirinên li girtîgehên Rihayê eşkere kirin
16:09 Dê di doza Ayla Akat Atayê de mutalaa bê amadekirin
15:58 Di îşkenceya kardêr de ceza li 4 kesan hat birîn
15:39 'Gotin, tu yê hêza Tirkan bibînî û îşkence li girtî kirin'
15:21 Der barê îdiaya kesa di wêne de biryara beraetê
15:01 Rojbîn Sonmez hat bibîranîn
14:31 Li Edliyea Şirnexê polîsekî hewl da xwe bikuje
13:55 Di lêpirsîna HDK'ê de cezayê girtîgehê li hunermend Pinar Aydinlarê hat birîn
13:29 Partî dê raporên xwe yên 'çareseriyê' berpêşî meclisê bikin
12:29 HSD: Hewldanên ji bo têkbirina aramiyê dê bi helwesteke xurt werin bersivandin
12:20 Konseya Bajêr dê bi rojeva dagirkeriya li Hewsel û Pira Dehderî bicive
11:11 Hevşaredarê Miksê ji bo vegere ser peywira xwe serlêdan kir
11:03 Şaredariya Agiriyê di salekê de rengê bajêr guherand
10:41 Akademîsyen Lemkow: Ez tev li Abdullah Ocalan dibim
10:33 'Abdullah Ocalan me vedixwîne nîqaşa sosyalîzmeke nû'
10:04 Hevserokê ÎHD'a Antalyayê: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin
09:40 ‘Li dijî tundiya mêr-dewletê em mîsogeriya hev in'
09:39 Ji bo bajarên Wan, Şirnex, Sêrt û Colemêrg hişyariya barînên zêde
09:38 Li Licê banga têkoşîna hevpar: Em taxên xwe biparêzin
09:15 Irmak: Zimanê hevpar di festîvalan de dikare bê bidestxistin
09:11 Bila Sûriye perçe nebe, lê bila Heleb ya min be!
09:04 Hîlala Zêrîn bi hunera xwe dîroka hatiye beravajîkirin ronî dike
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2025'AN
08/12/2025
22:42 Di roja duyemîn a Festîvala Fîlman a Amedê de 13 fîlm hatin nîşandan
16:38 Ji ber gotinên ‘Mahabad’ û ‘Kurdistanê’ ceza dan girtiyan
16:37 ‘Tişta mezin dibe tenê xizanî, hejarî û birçîtî ye’
16:19 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:18 Li Pirsûsê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:18 Di bûyera ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kiribû de şopa tiliyê ya polîs li dosyayê hat zêdekirin
14:50 Kaganarslan: Fikrên Abdullah Ocalan ên têkildarî sosyalîzmê girîng in
14:18 Kurtulmuş: Pêvajo, projeyeke dewletê ye
14:02 Şaredariyê têkildarî Pira Dehderî daxuyanî da
13:47 Li Antalyayê bi mezinahiya 5.2’yê erdhej çêbû
13:44 Prof. Norman Paech: Netewe dewlet modela pêşerojê nîne
12:30 Li Elkê hezaz çêbû: Midûriyet li dozera kirêkirî digere!
12:29 Li ser 'Konferansa Navneteweyî' çendek nîşe: Divê mafên Kurdan bi rêya mafên kolektîf bên parastin
11:35 Veysî Aktaş: Hewce dike ku çepa Tirkiyeyê xwe hinek biguherîne