Li Wanê berteka ji bo Rojîn Kabaîşê: Der heqê dozgerê berê û ATK’ê de serlêdana sûc hate kirin

  • jin
  • 16:23 13 Cotmeh 2025
  • |
img
WAN - Platforma Jinan a Wanê û xwendekaran ji bo Rojîn Kabaîşê daxwaza edaletê kirin û gotin: “Rojîn Kabaîş em in.” Baroya Wanê jî der heqê dozgerê berê û ATK’ê de serlêdana sûc kir. 
 
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş di 27’ê Îlona 2024’an de winda bû û cenazeyê wê 18 roj piştre hate dîtin. Pirsên têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê jî didomin. Di demekî wiha de Saziya Tipa Edlî (ATK) piştî 9 mehan rapora xwe amade kir û pêşkeşî dosyayê kir. Piştî rapora ATK’ê, îxtîmala êrişa zayendî dîsa bû rojev. 
 
Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê, ji avahiya rektoriyê heta pêşiya ATK’ê meşiyan û helwesta ATK’ê ya di dosyayê de şermezar kirin. Gelek xwendekar tev li meşê bûn û dirûşmên “Rojîn Kabaîş serhildana me ye”, “Zilam dikuje dewlet diparêze”, “Jin, jiyan, azadî”, “Rektor îstîfa” û “Ev ne întîhar cînayet e” berz kirin.
 
JI BO ROJÎN KABAÎŞÊ EDALET
 
Beriya meşa xwendekaran daxuyanî hat dayin. Bariş Metîn di daxuyaniyê de got ku ew ji bo Rojîn Kabaîşê edaletê dixwazin û got: “Em îro li vir kom bûn, di dilê me de qêrîneke ewqas mezin heye ku heta bêdengiya me jî olan dide. Em ji bo Rojînê li vir in. Em li pey pirsên bêbersiv hatine hiştin, jiyanên nîvco hatine hiştin, heqîqeta hatiya bêdengkirî ne. Li pey Rojînê ne tenê malbatek, wijdana civakekê hejiya. Me ev ji bîr nekir û dê ji bîr nekin. Xeyalên Rojîn Kabaîşê hebûn, xwendekara zanîngehê bû, hêviya heval û malbata xwe, ronahiya pêşerojê bû. Lê ew ronahî di carekê de vemirî û ji wê rojê ve bêdengiyek dest pê kir. Ew bêdengî, di hundirê me tevan de veguherî tarîtiyekê.” 
 
Bi domdarî Metîn bi lêv kir ku bi ser bûyerê re salek derbas bûye lê hêj jî pirsên di dosyayê de nehatine bersivand û ev tişt anî ziman: “Edalet ne di rûpelekî dosyayê de, divê di wijdana mirovan de, di bîra civakê de cih bigire. Li pey Rojînê ne tenê jineke ciwan, me nirxek û hêviyek winda kir. Ji bo wê hêviyê jinûve zindî bikin em li vir in. Em di wê baweriyê de ne ku zû yan jî dereng dê rastî bi awayekî derkevin holê. Carnan bêdengiya kesekî dibe dengê herî bilind. Em îro ji bo bêdengiya Rojînê veguherînin axaftinê li vir in. Mafê mirovan mafekî pîroz e û ne tenê berpirsyartiya dewletê lê berpirsyartiya civakê jî ye ku biparêze. Dema jinek hate kuştin, civakek hinek din kêm dibe. Dema ciwanek hate kuştin pêşeroj hinek bêhtir tarî dibe. Hatina me ya vê derê ne ji ber hêrsê, banga wijdanê ye. Ev bang, ji bo bibîrxistina peyva ‘edaletê’ ye. Heke jiyanek winda bibe, heke pirsek hebe, divê bersiva wê were dîtin. Ji ber ku edalet, ne tenê ji bo cezakirina sûcdaran lê di heman demê de başkirina wijdana civakê ye.” 
 
'DENGÊ ROJÎNÊ ÊDÎ EM IN’
 
Bi domdarî Metîn got ku dê bîranîna Rojînê rê nîşanî her kesî bide û wiha bi dawî kir: “Ev soza ku em îro li vir didin, ne tenê soza rojekê ye, soza wijdanê ye. Em ê ji bîr nekin, em ê nedin jibîrkirin, em ê dev jê bernedin. Hêsirên me ne serîrakirin, banga mirovahiyê ye. Hêrsa me ne nefret e, lêgerîna edaletê ye. Bêdengiya me ne ji tirsonekiya me ye, piştevaniyeke bi hêvî, bi baweriyê hatiye hûnandin e. Êdî dengê Rojînê em in. Em ê gotinên wê yên nîvcomayî temam bikin. Ji ber ku edalet, zû yan jî dereng teqez dê pêk bê û heta wê rojê jî em ê li vir bin. Ji bo Rojînê, ji bo jinan, ji bo mirovahiyê. Olana edaletê dê di nava bêdengiyê de biafire û ew deng dê di dilê me tevan de bijî. Edalet tenê dikare bi dengê gel xurt bibe.” 
 
Piştî daxuyaniyê, xwendekar bi dirûşman ber bi ATK’ê ve meş li dar xistin. 
 
JI PLATFORMA JINAN A WANÊ PROTESTO
 
Platforma Jinan a Wanê jî li pêşiya ATK’ê çalakiya protestoyî li dar xist. Saziyên jinan, rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û bi sedan xwendekar tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo Rojîn Kabaîşê edalet” hate hilgirtin û dirûşmên “Rojîn Kabaîş serhildana me ye”, “Mêr dikuje dewlet diparêze”, “Jin, jiyan, azadî”, “Rektor îstîfa” û “Ev ne întîhar cînayet e” hatin berzkirin. 
 
Endama Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê parêzer Fatma Ulgen daxuyanî xwend û got: “Tevî ku salek bi ser re derbas bûye jî lêpirsîn bi awayekî baş pêş neket, sînorkirina dosyayê didome û hêj lêkolîna li ser telefonê jî nehatiye temamkirin. Baroya Wanê û ya Amedê salek berê ji ATK’ê xwestibû ku DNA’yên li ser bedena Rojînê hatine dîtin bên tespîtkirin. Di rapora duyemîn a ATK’ê de hate destnîşankirin ku DNA’yên aydê du zilaman hatine dîtin û vê jî berê lêpirsînê guherand. Van daneyan nîşan dan ku mirina Rojîn Kabaîşê ne ‘întîhar’ nîne.” 
 
‘BERPIRSYARTIYÊN XWE BI CIH NE ANÎN’ 
 
Fatma Ulgenê got ku di dosyaya Rojîn Kabaîşê de berpirsyartiyên dosyayê nehatine cîbicîkirin, delîl di dema xwe de nehatine komkirin, di dema otopsiyê de malbat û wekîl daxilî pêvajoyê nehatine kirin û ji destpêkê ve dosya ji rêgeza şefafiyê dûr hatiye meşandin. Fatma Ulgenê, wiha domand: “Di rapora ATK’ê ya bi dîroka 06.11.2024’ê de ku di dosyaya dozê de ye, tevî hatibû tespîtkirin ku mînakên DNA’yê yên du zilaman hatine tespîtkirin jî, di raporên saziyê dayîn de hate gotin ku di vajînayê de DNA nehatiye dîtin. Lêbelê di rapora ATK’ê ya 10’ê Cotmeha 2025’an de hate gotin ku li ser herêmên sing û vajînayê DNA hatiye tespîtkirin. Demekî dirêj nedayîna van agahiyan ku pir girîng in, bi xwe re pirs û fikarên cidî anî.” 
 
‘MAFÊ JIHANÊ TÊ BÊQÎMETKIRIN’
 
Fatma Ulgenê da zanîn ku weke Baroya Wanê wan der heqê kesên rapora ATK’ê amade kirin de serlêdana sûc kirine û wiha bi dawî kir: “Tevî ku di raporên ATK’ê yên berê yên di dosyayê de ev agahî tunebûn jî, serdozgerê demê di hevpeyvîneke bi malpereke nûçeyan re axivî û got DNA li ser zik û singê Rojîn Kabaîşê hatine dîtin û agahiyên xelet parvekir. Ev daxuyanî, hem binpêkirina lêpirsînê hem jî xelet agahdarkirina raya giştî ye. Ji ber belavkirina agahiyên xelet, xapandina raya giştî û xerab bikaranîna peywira xwe, me der heqê serdozger de serlêdana sûc kir. Ev pêvajoya di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hatine jiyîn, nîşan dide ku mafê jiyanê yê jinan tê bêqîmetkirin.” 
 
Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. 
 
Baroya Wanê, li Edliyeya Wanê der heqê serdozger û rayedarên ATK’ê de serlêdana sûc kir. 
 

Sernavên din

13/10/2025
20:55 Îsraîlê nêzî 2 hezar girtiyên filistînî berdan
19:12 DFG: Divê êrişa li dijî Hakan Tosûn demildest bê zelalkirin
17:56 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 7 ciwanên kurd hatin revandin
16:54 Mazlum Ebdî: Vegera koçberan rojeva me ya esasî ye
16:45 Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
16:26 Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir
16:23 Li Wanê berteka ji bo Rojîn Kabaîşê: Der heqê dozgerê berê û ATK’ê de serlêdana sûc hate kirin
15:39 KESK’ê ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin
15:06 Ji bo komxebata ziman a li Wanê banga tevlibûnê hat kirin
14:51 Rojnameger Îmen hate berdan
14:46 Rapora girtîgehan: Tecrîd, êrişa li dijî aştiya civakî ye
13:30 Akademîsyen McLaren: Gotinên Ocalan mîna kevokekê behr derbas kir
13:23 Komîteya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye
13:22 Netenyahu û Abbas jî tev li ‘Lûtkeya Xezeyê’ dibin
12:17 Komîsyon vê hefteyê dê li jin û ciwanan guhdarî bike
12:11 Bulent Arinç: Divê komîsyon rû bi rû li Ocalan guhdarî bike
11:33 Kesên tev li mitînga ‘Azadiyê’ bûn: Em ê bi manîfestoya Ocalan bi ser kevin
11:09 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê çûn Îmraliyê
11:00 DEM Partî: Ne faşîzm, lê têkoşîna azadiyê ya jinan dê bi ser keve
10:36 Temellî: Divê komîsyon tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvajo di bin tecrîdê de ye’ derket
10:28 Ji bo mitînga ‘Ji Ocalan re azadî’ seferberiya mehekê hat ragihandin
10:00 Vezan Karabulut: Azadiya Ocalan ji bo jinan girîng e
09:51 11 sal di ser qetilkirina Bagdû re derbas bûn: Divê dosye ji nû ve bê nirxandin
09:28 Meteorolojiyê ji bo 9 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî kir
09:24 Hamas û Îsraîlê dest bi pevguhertina dîlgirtiyan kir
09:00 ROJEVA 13’Ê CITMEHA 2025’AN
12/10/2025
16:29 Li Efrînê du welatî hatin revandin
16:22 Ciwanan piştî mitînga Êlihê meş li dar xist
15:59 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Heta deriyê Îmraliyê venebe dê çareserî çênebe
15:33 Welatiyên tev li mitînga Êlihê bûn: Em ne ji dewletê, ji birêz Ocalan bawerin
15:19 Di mitînga Êlihê de posterên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin
14:41 Saziyên Kurdî: Di fuara pirtûkan de xwedî li berhemên Kurdî derkevin
14:30 Jinan kampanyaya ‘Sûriyeyeke azad û demokratîk’ da destpêkirin
13:37 Li ser sînorê Efxanistan û Pakistanê şer
13:35 Îsraîl amadekariya tunekirina tûnelên Hamasê dike
13:26 Bîlançoya şewata li Qoserê giran dibe
13:18 Fîlozofê Tûnisê Trîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:38 Meral Daniş Beştaş: Azadiya Abdullah Ocalan daxwaza bi milyonan kesa ye
12:27 Encamnameya Konferansa Gel û Baweriyan hate aşkerakirin
12:04 Rojnameger Tosun li kêleka rê bi awayekî derbkirî hate dîtin
11:50 Li bakurê Kurdistanê hewa sar dibe û barîn dest pê dikin
11:45 Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike
11:35 Sê dîplomatên Qeterê beriya lûtkeya Xezeyê li Misrê di qezayê de mirin
11:21 Keşe Peker: Hewceye sererastkirinên qanûnî bên kirin ku pêvajo di gotinê de nemîne
10:29 Estukyan: Ocalan rêya pêkvejiyana mirovahiyê nîşan dide
10:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Entegrasyona Demokratîk’ derket
10:01 Li Wanê di 2 salan de 700 esnafan top avêt
09:17 Prof. Lemkow: Gava ewil divê azadiya Abdullah Ocalan be
09:04 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Nisêbînê dest pê kir
09:03 Mazlum Ebdî: Hevdîtinên me bi Tirkiyeyê re hene
09:00 ROJEVA 12’Ê COTMEHA 2025’AN
11/10/2025
16:41 Berlîk ê ku tehliyeya wî 3 caran hatibû taloqkirin hat berdan
16:25 Konferansa gel û baweriyan: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
16:22 Belavoka 'Aştî mafek e' hat belavkirin
16:12 Fîlozofê îngilîz Critchley: Banga Ocalan ji bo dij-kapîtalîstan îlhambexş e
15:57 ‘Bila cezaya Hatîce Onaranê bê taloqkirin’
15:54 Di lêpirsîna Rojîn Kabaîşê de geşedaneke nû: Îhtimala êrişa zayendî derket holê
15:23 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn
15:06 Hevşaredar Taş ji girtîgehê derket
15:02 Di binçavan de tundî li rojnamevan Îmen hat kirin
14:57 Xizmên windayan li aqûbeta kiryarên Komkujiya Garê pirsin
14:52 Êlih ji bo mitîngê amade ye: Dê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bikin
14:21 Platforma Ciwanan dê li Amed û li Bursayê meşa ‘azadiyê’ li dar bixin
13:49 Konferansa Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Sûriye xeta sor a Kurdan e
13:36 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bîranîn
13:05 Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan got divê dest ji zimanê gefxwarinê bê berdan
12:53 Roja Zarokên Keçik: Em ê nehêlin ku pêşeroja wan bê tarîkirin
12:00 Erden ê ku piştî 30 salan hat tehliyekirin: Rojên azadiyê nêz in
11:24 Ciwanan li dijî şerê taybet meşiyan
10:24 DFG’ê rojnamevan Erdemcî bibîr anî: Em ê têkoşîna wî zindî bihêlin
10:12 Rojnamevan Demhat Akar jiyana xwe ji dest da
10:11 Ji bo mitînga ‘azadiyê’ banga tevlibûnê: Divê ‘mafê hêviyê’ bê qebûlkirin
09:59 Hevrêyên Hevrîn Xelefê: Em ê bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk tola wê hilînin
09:17 Eskîşehîr vê carê jî di dorpêça 'elementên kêmpeyda' de ye
09:02 Mazlûm Ebdî: Dê komîteyeke leşkerî biçe Şamê
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2025’AN
10/10/2025
16:52 Dê li Stenbolê ‘Turnuwa Aştiyê ya Sirri Sureyya Onder’ bê lidarxistin
16:27 Dîroka 9’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
15:25 'Divê Komkujiya Garê ji hêla hiqûqî û siyasî ve were ronîkirin’
14:53 Saziyên hiqûqê xwestin Kurdî bibe zimanê fermî
14:26 Taşdemîr li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:24 Ji bo girtiya nexweş Besê Ecerê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin
14:02 Şîna Demhat Baytar bi girseyî hate ziyaretkirin
14:01 Ji bo konsera Koma Amed bang hate kirin
13:46 Xelatgira Xelata Aştiyê ya Nobelê diyar bû
13:38 ‘Agirbesta’ li Xezeyê bi awayekî fermî kete meriyetê
13:14 Şandeya Îmraliyê nivîskarê Halk TV'yê Ergan derewand
13:06 104 kes cihê lê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn: Daxwaza aştiyê hêj jî derbasdar e
12:54 Protestoyên 9’ê Cotmehê: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
12:32 Roja Têkoşîna li Dijî Cezayê Mirinê: Li Îranê darvekirin zêde dibin
12:10 Şahidê Komkujiya Garê: DAIŞ’ê komkujî kir lê berpirsyartî ya dewletê bû
11:45 Polîsan êrişî bîranîna Komkujiya Garê kir
11:40 Nivîskar û hunermend ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:30 Bi talankirina xwezayê re welatiyên Pasûrê neçarî koçberiyê tên kirin
11:01 'Girtî 3 sal in ji ber lêgerînên hundirê dev nikarin biçin nexweşxaneyê'
10:50 Jin ji bo ‘jiyan û jiyînê’ bi rêxistin dibin
10:44 Hevserokê OHD'ê: Guhdarkirina Ocalan berpirsyariya dîrokî ye
09:36 Komplo li bajarên Marmarayê hat şermezarkirin
09:00 ROJEVA 10’Ê COTMEHA 2025’AN