Dayikên Şemiyê li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn

  • rojane
  • 15:23 11 Cotmeh 2025
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê li aqûbeta Cemîl Kirbayir ku 45 sal berê di binçavan de hat windakirin pirsîn. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku hikûmet cesareta hevrûbûnê nekiriye û hat gotin ku bêcezatî bûye siyaseta dewletê.

 
Dayikên Şemiyê ji bo hefteya 1072'emîn a çalakiya xwe ya heftane li Qada Galatasarayê kom bûn û daxwaza eşkerekirina aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin û hatin kuştin û cezakirina sûcdaran kirin. Vê hefteyê, çalakî li ser aqûbeta Cemîl Kirbayir ku 45 sal berê li Qersê winda bû, hat lidarxistin. Li gel Dayikên Şemiyê, parêzvanên mafên mirovan jî beşdarî çalakiyê bûn. Beşdaran wêneyên xizmên xwe yên di binçavan de winda û qurnefîl hilgirtin.
 
Îkbal Erenê anî ziman ku girtina dosyeyên têkildarî windakirinên bi darö zorê ji ber demborıyö nîşan dide ku bêcezatî bûye polîtîkayeke dewletê û got ku Cemîl Kirbayir, xwendekarekî 26 salî li Enstîtuya Perwerdehiyê ya Qersê, di 13'ê Îlona 1980'yî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ji mala xwe ya li gundê Okçu yê Erdexanê hatiye binçavkirin. Îkbal Erenê wiha dewam kir: "Ew pêşî birin Alaya Piyade ya 247'emîn a li Gole û bi qasî hefteyekê li wir ma. Piştre ew birin Daîreya Polîsan a Qersê û ji wir jî birin Enstîtuya Perwerdehiyê ya Qersê ku wekî navendeke binçavkirinê dihat bikaranîn. Malbata Cemîl Kirbayir ji bo ku di dema binçavkirina wî de hewcedariyên wî bi cîh bînin çûn navendan. Lêbelê, dema ku piştî 8'ê Cotmehê çûn navendê, ji wan re hat gotin, Kurê we reviyaye. Vegerin ku hûn lê bipirsin'."
 
Îkbal Erenö diyar kir ku giliyên sûc ên ku ji hêla Îsmaîl Kirbayir û Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê ve hatine kirin bê encam man û careke din ji Cemîl Kirbayir tu agahî nehatiye bihîstin û wiha domand: "Di 5'ê Sibata 2011'an de, Berfo Kirbayir a 103 salî, endama Dayikên Şemiyê, li Qesra Dolmabahçeyê bi Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan re civiya. Wê serpêhatiyên xwe vegot û got, 'Berî ku ez bimrim kurê min bibînin.' Li ser talîmatên Erdogan Komîsyona Lêkolînê ya Parlamentoyê hate damezrandin. Piştî lêkolînek hûr, komîsyonê raporek 350 rûpelî amade kir. Di raporê de hate belgekirin ku Cemîl Kirbayir di dema binçavkirinê de ji ber îşkenceyê miriye û cenazeyê wî ji hêla rayedarên giştî yên ku bûne sedema mirina wî ve hatiye windakirin."
 
Îkbal Erenê bilêv kir ku piştî ku komîsyonê giliyê sûc ligel raporê li dozgeriyê kir, doz ji nû ve hate vekirin ku got "Lêbelê, hikûmetê cesaret nedît ku bi vî sûcê li dijî mirovahiyê re hevrû bibê" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî demek dirêj a nezelaliyê, di 25'ê Sibata 2020'î de, Wezareta Dadê serî li Dadgeha Bilind a Îstînafê da û daxwaza betalkirina dozê ji ber dema demdirêjiyê kir. 8'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind ev daxwaz qebûl kir. Bi vî awayî, eşkerekirina aqûbeta Cemîl Kirbayir û hesabpirsîna kesên ku ev sûc kirine hate astengkirin."
 
Piştre, parêzera dozê, Eren Keskin axivî û got: "Di sala 2011'an de, dema ku bi malbatan re civiya, Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan got, 'Min soz da Xaltîka Berfo, ez ê encama vê bûyerê eşkere bikin.' Bi rastî, di Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoyê de komîteyek binî hate damezrandin. Em,  polîs, karmend, leşker, malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û parêzerên wê demê, hatin guhdarîkirin û ji bo cara yekem, vê dewletê raporek nivîsand û rapor kir, 'Min ev sûc kiriye.' Di encamê de, dosya, ku bi biryara dewletê hatibû girtin, ji nû ve hate vekirin. Hikûmeta AKP'ê bi kesên ku di salên 1990'î de sûcên mezin kirine re lihevkirinek mezin çêkir. Di encamê de, ev dosya dîsa hate girtin. Dosya bi biryara dewletê hate vekirin û dîsa bi biryara dewletê hate girtin. Em ê li gorî qanûnên navneteweyî li mafên xwe bigerin."
 
Çalakî bi danîna qurnefîlan li qadê bi dawî bû.

Sernavên din

20:55 Îsraîlê nêzî 2 hezar girtiyên filistînî berdan
19:12 DFG: Divê êrişa li dijî Hakan Tosûn demildest bê zelalkirin
17:56 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 7 ciwanên kurd hatin revandin
16:54 Mazlum Ebdî: Vegera koçberan rojeva me ya esasî ye
16:45 Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
16:26 Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir
16:23 Li Wanê berteka ji bo Rojîn Kabaîşê: Der heqê dozgerê berê û ATK’ê de serlêdana sûc hate kirin
15:39 KESK’ê ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin
15:06 Ji bo komxebata ziman a li Wanê banga tevlibûnê hat kirin
14:51 Rojnameger Îmen hate berdan
14:46 Rapora girtîgehan: Tecrîd, êrişa li dijî aştiya civakî ye
13:30 Akademîsyen McLaren: Gotinên Ocalan mîna kevokekê behr derbas kir
13:23 Komîteya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye
13:22 Netenyahu û Abbas jî tev li ‘Lûtkeya Xezeyê’ dibin
12:17 Komîsyon vê hefteyê dê li jin û ciwanan guhdarî bike
12:11 Bulent Arinç: Divê komîsyon rû bi rû li Ocalan guhdarî bike
11:33 Kesên tev li mitînga ‘Azadiyê’ bûn: Em ê bi manîfestoya Ocalan bi ser kevin
11:09 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê çûn Îmraliyê
11:00 DEM Partî: Ne faşîzm, lê têkoşîna azadiyê ya jinan dê bi ser keve
10:36 Temellî: Divê komîsyon tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvajo di bin tecrîdê de ye’ derket
10:28 Ji bo mitînga ‘Ji Ocalan re azadî’ seferberiya mehekê hat ragihandin
10:00 Vezan Karabulut: Azadiya Ocalan ji bo jinan girîng e
09:51 11 sal di ser qetilkirina Bagdû re derbas bûn: Divê dosye ji nû ve bê nirxandin
09:28 Meteorolojiyê ji bo 9 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî kir
09:24 Hamas û Îsraîlê dest bi pevguhertina dîlgirtiyan kir
09:00 ROJEVA 13’Ê CITMEHA 2025’AN
12/10/2025
16:29 Li Efrînê du welatî hatin revandin
16:22 Ciwanan piştî mitînga Êlihê meş li dar xist
15:59 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Heta deriyê Îmraliyê venebe dê çareserî çênebe
15:33 Welatiyên tev li mitînga Êlihê bûn: Em ne ji dewletê, ji birêz Ocalan bawerin
15:19 Di mitînga Êlihê de posterên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin
14:41 Saziyên Kurdî: Di fuara pirtûkan de xwedî li berhemên Kurdî derkevin
14:30 Jinan kampanyaya ‘Sûriyeyeke azad û demokratîk’ da destpêkirin
13:37 Li ser sînorê Efxanistan û Pakistanê şer
13:35 Îsraîl amadekariya tunekirina tûnelên Hamasê dike
13:26 Bîlançoya şewata li Qoserê giran dibe
13:18 Fîlozofê Tûnisê Trîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:38 Meral Daniş Beştaş: Azadiya Abdullah Ocalan daxwaza bi milyonan kesa ye
12:27 Encamnameya Konferansa Gel û Baweriyan hate aşkerakirin
12:04 Rojnameger Tosun li kêleka rê bi awayekî derbkirî hate dîtin
11:50 Li bakurê Kurdistanê hewa sar dibe û barîn dest pê dikin
11:45 Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike
11:35 Sê dîplomatên Qeterê beriya lûtkeya Xezeyê li Misrê di qezayê de mirin
11:21 Keşe Peker: Hewceye sererastkirinên qanûnî bên kirin ku pêvajo di gotinê de nemîne
10:29 Estukyan: Ocalan rêya pêkvejiyana mirovahiyê nîşan dide
10:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Entegrasyona Demokratîk’ derket
10:01 Li Wanê di 2 salan de 700 esnafan top avêt
09:17 Prof. Lemkow: Gava ewil divê azadiya Abdullah Ocalan be
09:04 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Nisêbînê dest pê kir
09:03 Mazlum Ebdî: Hevdîtinên me bi Tirkiyeyê re hene
09:00 ROJEVA 12’Ê COTMEHA 2025’AN
11/10/2025
16:41 Berlîk ê ku tehliyeya wî 3 caran hatibû taloqkirin hat berdan
16:25 Konferansa gel û baweriyan: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
16:22 Belavoka 'Aştî mafek e' hat belavkirin
16:12 Fîlozofê îngilîz Critchley: Banga Ocalan ji bo dij-kapîtalîstan îlhambexş e
15:57 ‘Bila cezaya Hatîce Onaranê bê taloqkirin’
15:54 Di lêpirsîna Rojîn Kabaîşê de geşedaneke nû: Îhtimala êrişa zayendî derket holê
15:23 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn
15:06 Hevşaredar Taş ji girtîgehê derket
15:02 Di binçavan de tundî li rojnamevan Îmen hat kirin
14:57 Xizmên windayan li aqûbeta kiryarên Komkujiya Garê pirsin
14:52 Êlih ji bo mitîngê amade ye: Dê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bikin
14:21 Platforma Ciwanan dê li Amed û li Bursayê meşa ‘azadiyê’ li dar bixin
13:49 Konferansa Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Sûriye xeta sor a Kurdan e
13:36 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bîranîn
13:05 Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan got divê dest ji zimanê gefxwarinê bê berdan
12:53 Roja Zarokên Keçik: Em ê nehêlin ku pêşeroja wan bê tarîkirin
12:00 Erden ê ku piştî 30 salan hat tehliyekirin: Rojên azadiyê nêz in
11:24 Ciwanan li dijî şerê taybet meşiyan
10:24 DFG’ê rojnamevan Erdemcî bibîr anî: Em ê têkoşîna wî zindî bihêlin
10:12 Rojnamevan Demhat Akar jiyana xwe ji dest da
10:11 Ji bo mitînga ‘azadiyê’ banga tevlibûnê: Divê ‘mafê hêviyê’ bê qebûlkirin
09:59 Hevrêyên Hevrîn Xelefê: Em ê bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk tola wê hilînin
09:17 Eskîşehîr vê carê jî di dorpêça 'elementên kêmpeyda' de ye
09:02 Mazlûm Ebdî: Dê komîteyeke leşkerî biçe Şamê
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2025’AN
10/10/2025
16:52 Dê li Stenbolê ‘Turnuwa Aştiyê ya Sirri Sureyya Onder’ bê lidarxistin
16:27 Dîroka 9’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
15:25 'Divê Komkujiya Garê ji hêla hiqûqî û siyasî ve were ronîkirin’
14:53 Saziyên hiqûqê xwestin Kurdî bibe zimanê fermî
14:26 Taşdemîr li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:24 Ji bo girtiya nexweş Besê Ecerê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin
14:02 Şîna Demhat Baytar bi girseyî hate ziyaretkirin
14:01 Ji bo konsera Koma Amed bang hate kirin
13:46 Xelatgira Xelata Aştiyê ya Nobelê diyar bû
13:38 ‘Agirbesta’ li Xezeyê bi awayekî fermî kete meriyetê
13:14 Şandeya Îmraliyê nivîskarê Halk TV'yê Ergan derewand
13:06 104 kes cihê lê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn: Daxwaza aştiyê hêj jî derbasdar e
12:54 Protestoyên 9’ê Cotmehê: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
12:32 Roja Têkoşîna li Dijî Cezayê Mirinê: Li Îranê darvekirin zêde dibin
12:10 Şahidê Komkujiya Garê: DAIŞ’ê komkujî kir lê berpirsyartî ya dewletê bû
11:45 Polîsan êrişî bîranîna Komkujiya Garê kir
11:40 Nivîskar û hunermend ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:30 Bi talankirina xwezayê re welatiyên Pasûrê neçarî koçberiyê tên kirin
11:01 'Girtî 3 sal in ji ber lêgerînên hundirê dev nikarin biçin nexweşxaneyê'
10:50 Jin ji bo ‘jiyan û jiyînê’ bi rêxistin dibin
10:44 Hevserokê OHD'ê: Guhdarkirina Ocalan berpirsyariya dîrokî ye
09:36 Komplo li bajarên Marmarayê hat şermezarkirin
09:00 ROJEVA 10’Ê COTMEHA 2025’AN