Hevrêyên Hevrîn Xelefê: Em ê bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk tola wê hilînin

  • jin
  • 09:59 11 Cotmeh 2025
  • |

RIHA - Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif, hevrêya Hevrîn Xelefê ku şeş sal berê ji aliyê komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê ve hat îşkencekirin û kuştin, got: "Em ê bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk tola hevrêya xwe Hevrînê hilînin."

Şeş sal di ser kuştina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelefê re derbas bûn. Hevrîn Xelef, di 12'ê Cotmeha 2019'an de, di roja sêyemîn a êrişên Tirkiyê, ligel komên paramîlîter ên bi navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê, li dijî bajarên Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ligel heft kesên din hat girtin. Dîmen dema kuştinê û raporên bijîşkî eşkere kirin ku Hevrîn Xelef û hevalên wê hatine îşkencekirin û paşê hatine înfazkirin. 
 
RAPORA OTOPSIYÊ
 
Li gorî rapora bijîşkî ya ku ji aliyê bijîşkê tiba edlî Taysîr El Meqdîsî ve li Nexweşxaneya Navneteweyî ya Malikiyê li Dêrikê hatiye amadekirin û ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve wekî çavkanî hat bikaranîn, Hevrîn Xelef beriya înfazê hatiye îşkencekirin û bi tundî hatiye derbkirin. Her wiha, lekeyên xwînê yên li cihê bûyerê û dewsa guleyan ên di wesayîta wê de nîşan didin ku ew bi zanebûn hedef hatiye girtin. 
 
KUJER WEKÎ FERMANDAR HAT TAYÎNKIRIN
 
Ehmed el-Hayis (Hatim Ebû Şeqra), yek ji fermandarên Ehrar El-Şeriye ku Hevrîn Xelef kuşt, bi wêneyên mezûnîyetê yên li ser medyaya sanal parve kiri, eşkere kir ku bi salan li Tirkiyeyê maye. Ehmed el-Hayis (Hatim Ebû Şeqra), endamê SMO'yê ku ji hêla Tirkiyeyê ve tê piştgirîkirin û ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bi sûcên şer tê tawanbarkirin, di 5'ê Gulanê de ji hêla hikûmeta veguhêz a ku piştî hilweşandina rejîma Esed di 8'ê Kanûna 2024'an de li Sûriyeyê hat avakirin, wekî fermandarê Firqeya 86'an li Dêra Zor, Reqa û Hesekê hat tayînkirin. Biryara ku rastî şermezarkirina navneteweyî hat, nêzîkatiya hikûmeta demkî ya li Sûriyeyê ya li hember kujerên kurdan û jinan jî diyar kir.
 
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Perwîn Yûsifê têkildarî jiyan û têkoşîna hevrêya xwe Hevrîn Xelefê ji ajansa me re axivî.
 
Perwîn Yûsifê bal kişand ser windakirina jinekê ku ji bo azadiyê têkoşiyaye û xwe ji bo vê xwe feda kiriye û got: "Hevrîn Xelef, di malbateke welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Dayika wê ew welatparêziyê mezin kir. Ji kêliya ku ew ji dayik bû ve, mafên wê yên wekî kurd û jinekê hatin paşguhkirin. Wê dest bi têkoşîna ji bo azadiya xwe, azadiya gel, edalet û wekheviyê kir. Ew qet teslîmî şert û mercên heyî nebû. Ew bi vê baweriyê jiya. Wê xwişka xwe jî di têkoşîna azadiyê de winda kir. Vê rewşê bandoreke kûr li ser jiyana hevrêya me Hevrînê kir."
 
'DI TÊKOŞÎNÊ DE PÊŞENG BÛ'
 
Perwîn Yûsifê anî ziman ku Hevrîn Xelef ji ciwaniya xwe ve bi awayekî çalak beşdarî têkoşîna azadiya kurd bûye û yek ji pêşengên "Şoreşa Rojava" bûye û got: "Baweriya wê bi gelê wê û bi jinan hebû. Wekî kurdek, jinek û siyasetmedarek, ji bo azadiya gelê xwe şer kir. Beşdarî xebatên Rêveberiya Xweser bû. Di her aliyê jiyanê de ji bo avakirina meclis, komun û sîstema jiyana azad şer kir. Ji avakirina sîstema Rêveberiya Xweser bigire heta avakirina saziyên jinan, ew pêşeng bû. Heval Hevrîn di vê têkoşînê de roleke girîng lîst. Şoreş di bin pêşengiya heval Hevrîn û bi hezaran jinên mîna wê de mezin bû."
 
Perwîn Yûsifê destnîşan kir ku pergala Rêveberiya Xweser a ji aliyê jinan ve hatiye avakirin, ji aliyê DAIŞ'ê û bi taybetî jî ji aliyê komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ve hatiye hedefgirtin û got: "Dema ku Serêkaniyê hat dagirkirin, heval Hevrîn çû Minbic, Reqa û Girê Sipî ku welatiyên ereb lê zede bûn û pêşengiya xebatên rêxistinî yên partiyê kir. Heval Hevrîn ji aliyê serokên ereb ve dihat naskirin û hezkirin. Wê karîbû her kesî tevlî têkoşînê bike. Niha, têkoşînek ji bo biratiya gelan dihat dayîn. Armanca heval Hevrîn avakirina yekîtî û tifaqê li Sûriyeyê bû. Ji ber vê sedemê, ew ji aliyê dijminên kurdan û dijminên mirovahiyê ve hat hedefgirtin."
 
Perwîn Yûsifê diyar kir ku hevpeymaniya ku gelê Sûriyeyê bi dest xistiye "zîhniyeta dagirker" têk biriye û got: "Armanca wan tunekirina jinên azad û îradeya gelê Sûriyeyê bû. Ji ber ku hevpeymaniya ku di navbera gelan de bi pêşengiya jinên kurd pêk hat, roj bi roj wan azad dikir. Ev yek dijminên mirovahiyê aciz kir û hevala me Hêvrîn bû hedef. Hêzên radîkal ên îslamî yên mîna Ehrar El Şerqiye ku beşek ji HTŞ'ê ne, tu têgehek azadiya jinan an azadiya gel nînin. Ew dixwazin tiştê ku li Şengalê kirin li her derê Sûriyeyê pêk bînin. Hatim Ebû Şekra jî ji ber ku bi vê zîhniyetê tevgeriya, di 'lîsteya terorîstan' de cih girt. Ebû Şekra niha wekî xelatek ji bo kiryarên wî yên nemirovane yên bi salan li Sûriyeyê di hikûmeta Şamê de ye."
 
Perwîn Yûsifê anî ziman ku tê xwestin ku Sûriye ji aliyê kesên mîna Ebû Şekra ve were birêvebirin û wiha domand: "Edalet li Sûriyeyê dê netemam bimîne heta ku kujerên hevala me Hevrîn neyên darizandin. Em ê heta ku Sûriyeyek demokratîk ava bibe, têkoşîna xwe bidomînin. Heval Hevrîn bi vê baweriyê şer kir û canê xwe feda kir. Wek hevalên wê, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk li dijî kesên ku rê didin Ebû Şekra û çeteyên mîna wî ku Sûriyeyê bi rê ve bibin, tola heval Hevrîn hilînin."
 
MA / Sema Bîngol
 

Sernavên din

13/10/2025
20:55 Îsraîlê nêzî 2 hezar girtiyên filistînî berdan
19:12 DFG: Divê êrişa li dijî Hakan Tosûn demildest bê zelalkirin
17:56 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 7 ciwanên kurd hatin revandin
16:54 Mazlum Ebdî: Vegera koçberan rojeva me ya esasî ye
16:45 Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
16:26 Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir
16:23 Li Wanê berteka ji bo Rojîn Kabaîşê: Der heqê dozgerê berê û ATK’ê de serlêdana sûc hate kirin
15:39 KESK’ê ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin
15:06 Ji bo komxebata ziman a li Wanê banga tevlibûnê hat kirin
14:51 Rojnameger Îmen hate berdan
14:46 Rapora girtîgehan: Tecrîd, êrişa li dijî aştiya civakî ye
13:30 Akademîsyen McLaren: Gotinên Ocalan mîna kevokekê behr derbas kir
13:23 Komîteya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye
13:22 Netenyahu û Abbas jî tev li ‘Lûtkeya Xezeyê’ dibin
12:17 Komîsyon vê hefteyê dê li jin û ciwanan guhdarî bike
12:11 Bulent Arinç: Divê komîsyon rû bi rû li Ocalan guhdarî bike
11:33 Kesên tev li mitînga ‘Azadiyê’ bûn: Em ê bi manîfestoya Ocalan bi ser kevin
11:09 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê çûn Îmraliyê
11:00 DEM Partî: Ne faşîzm, lê têkoşîna azadiyê ya jinan dê bi ser keve
10:36 Temellî: Divê komîsyon tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvajo di bin tecrîdê de ye’ derket
10:28 Ji bo mitînga ‘Ji Ocalan re azadî’ seferberiya mehekê hat ragihandin
10:00 Vezan Karabulut: Azadiya Ocalan ji bo jinan girîng e
09:51 11 sal di ser qetilkirina Bagdû re derbas bûn: Divê dosye ji nû ve bê nirxandin
09:28 Meteorolojiyê ji bo 9 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî kir
09:24 Hamas û Îsraîlê dest bi pevguhertina dîlgirtiyan kir
09:00 ROJEVA 13’Ê CITMEHA 2025’AN
12/10/2025
16:29 Li Efrînê du welatî hatin revandin
16:22 Ciwanan piştî mitînga Êlihê meş li dar xist
15:59 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Heta deriyê Îmraliyê venebe dê çareserî çênebe
15:33 Welatiyên tev li mitînga Êlihê bûn: Em ne ji dewletê, ji birêz Ocalan bawerin
15:19 Di mitînga Êlihê de posterên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin
14:41 Saziyên Kurdî: Di fuara pirtûkan de xwedî li berhemên Kurdî derkevin
14:30 Jinan kampanyaya ‘Sûriyeyeke azad û demokratîk’ da destpêkirin
13:37 Li ser sînorê Efxanistan û Pakistanê şer
13:35 Îsraîl amadekariya tunekirina tûnelên Hamasê dike
13:26 Bîlançoya şewata li Qoserê giran dibe
13:18 Fîlozofê Tûnisê Trîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:38 Meral Daniş Beştaş: Azadiya Abdullah Ocalan daxwaza bi milyonan kesa ye
12:27 Encamnameya Konferansa Gel û Baweriyan hate aşkerakirin
12:04 Rojnameger Tosun li kêleka rê bi awayekî derbkirî hate dîtin
11:50 Li bakurê Kurdistanê hewa sar dibe û barîn dest pê dikin
11:45 Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike
11:35 Sê dîplomatên Qeterê beriya lûtkeya Xezeyê li Misrê di qezayê de mirin
11:21 Keşe Peker: Hewceye sererastkirinên qanûnî bên kirin ku pêvajo di gotinê de nemîne
10:29 Estukyan: Ocalan rêya pêkvejiyana mirovahiyê nîşan dide
10:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Entegrasyona Demokratîk’ derket
10:01 Li Wanê di 2 salan de 700 esnafan top avêt
09:17 Prof. Lemkow: Gava ewil divê azadiya Abdullah Ocalan be
09:04 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Nisêbînê dest pê kir
09:03 Mazlum Ebdî: Hevdîtinên me bi Tirkiyeyê re hene
09:00 ROJEVA 12’Ê COTMEHA 2025’AN
11/10/2025
16:41 Berlîk ê ku tehliyeya wî 3 caran hatibû taloqkirin hat berdan
16:25 Konferansa gel û baweriyan: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
16:22 Belavoka 'Aştî mafek e' hat belavkirin
16:12 Fîlozofê îngilîz Critchley: Banga Ocalan ji bo dij-kapîtalîstan îlhambexş e
15:57 ‘Bila cezaya Hatîce Onaranê bê taloqkirin’
15:54 Di lêpirsîna Rojîn Kabaîşê de geşedaneke nû: Îhtimala êrişa zayendî derket holê
15:23 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn
15:06 Hevşaredar Taş ji girtîgehê derket
15:02 Di binçavan de tundî li rojnamevan Îmen hat kirin
14:57 Xizmên windayan li aqûbeta kiryarên Komkujiya Garê pirsin
14:52 Êlih ji bo mitîngê amade ye: Dê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bikin
14:21 Platforma Ciwanan dê li Amed û li Bursayê meşa ‘azadiyê’ li dar bixin
13:49 Konferansa Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Sûriye xeta sor a Kurdan e
13:36 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bîranîn
13:05 Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan got divê dest ji zimanê gefxwarinê bê berdan
12:53 Roja Zarokên Keçik: Em ê nehêlin ku pêşeroja wan bê tarîkirin
12:00 Erden ê ku piştî 30 salan hat tehliyekirin: Rojên azadiyê nêz in
11:24 Ciwanan li dijî şerê taybet meşiyan
10:24 DFG’ê rojnamevan Erdemcî bibîr anî: Em ê têkoşîna wî zindî bihêlin
10:12 Rojnamevan Demhat Akar jiyana xwe ji dest da
10:11 Ji bo mitînga ‘azadiyê’ banga tevlibûnê: Divê ‘mafê hêviyê’ bê qebûlkirin
09:59 Hevrêyên Hevrîn Xelefê: Em ê bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk tola wê hilînin
09:17 Eskîşehîr vê carê jî di dorpêça 'elementên kêmpeyda' de ye
09:02 Mazlûm Ebdî: Dê komîteyeke leşkerî biçe Şamê
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2025’AN
10/10/2025
16:52 Dê li Stenbolê ‘Turnuwa Aştiyê ya Sirri Sureyya Onder’ bê lidarxistin
16:27 Dîroka 9’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
15:25 'Divê Komkujiya Garê ji hêla hiqûqî û siyasî ve were ronîkirin’
14:53 Saziyên hiqûqê xwestin Kurdî bibe zimanê fermî
14:26 Taşdemîr li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:24 Ji bo girtiya nexweş Besê Ecerê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin
14:02 Şîna Demhat Baytar bi girseyî hate ziyaretkirin
14:01 Ji bo konsera Koma Amed bang hate kirin
13:46 Xelatgira Xelata Aştiyê ya Nobelê diyar bû
13:38 ‘Agirbesta’ li Xezeyê bi awayekî fermî kete meriyetê
13:14 Şandeya Îmraliyê nivîskarê Halk TV'yê Ergan derewand
13:06 104 kes cihê lê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn: Daxwaza aştiyê hêj jî derbasdar e
12:54 Protestoyên 9’ê Cotmehê: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
12:32 Roja Têkoşîna li Dijî Cezayê Mirinê: Li Îranê darvekirin zêde dibin
12:10 Şahidê Komkujiya Garê: DAIŞ’ê komkujî kir lê berpirsyartî ya dewletê bû
11:45 Polîsan êrişî bîranîna Komkujiya Garê kir
11:40 Nivîskar û hunermend ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:30 Bi talankirina xwezayê re welatiyên Pasûrê neçarî koçberiyê tên kirin
11:01 'Girtî 3 sal in ji ber lêgerînên hundirê dev nikarin biçin nexweşxaneyê'
10:50 Jin ji bo ‘jiyan û jiyînê’ bi rêxistin dibin
10:44 Hevserokê OHD'ê: Guhdarkirina Ocalan berpirsyariya dîrokî ye
09:36 Komplo li bajarên Marmarayê hat şermezarkirin
09:00 ROJEVA 10’Ê COTMEHA 2025’AN